Cenazeyê şervanê YPG’ê Romî spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG’ê Mehmûd Romî (Şerzad Helincê) li Kobanê bi tevlîbûna welatiyên Kobanê û merasîmeke leşkerî ya şervanên YPG(YPJ’ê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle spartin axê.

Cenazeyê şervanê YPG‘ê Mehmud Romî (Şerzad Helincê) yê ku dema li ser erka xwe bû di encama qezaya trafîkê de şehîd bibû, bi merasîmekek leşkerî ve spartin axê.

Ji bo merasîma şehîd Romî bi sedan welatiyên bajarê Kobanê li Goristana Şehîd Dicle kom bûn. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtina leşekerî ya şervanên YPG/YPJ’ê ve destpê kir.

‘EM Ê SERÎ JI DIJMIN Û HEVKARÊN WAN RE NETEWÎNIN’

Piştre li ser navê YPG û YPJ‘ê Ibrahîm Hemze axivî û sersaxî ji gelê Kobanê û malbata şehîd re xwest. Hemze bal kişand ser êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakurê Sûriyê û got: "Bila her kes zanibe ku em serî ji dijmin û hevkarên wê re natewînin. Em YPG û YPJ‘ê soza xwe ya berxwedan û parasina gelê xwe dubare dikin. Îro dewleta Tirk bi van êrîşên xwe nîşan daye ku gihîştiye asta xwe yê dawiyê û li ber mirinê ye. Me dît di êrîşên li ser gundên sînorê Kobanê û Girê Sipî zaroka 6 salî Sara kirin hedef û qetil kir. Gelê me li hember vî tiştî bêdeng namîne".

Rêvebera Kongreya Star Almas Romî jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Şehîd ew in ên nirxên me diparêzin, yên ku canê xwe fedayî gelan dikin û dihêlin em bi aramî jiyan bikin.”

‘HEMÛ BERPIRSÎN JI PARASTINA WELAT’

Romî Îşaret bi pêvejoya siyasî û leşkerî ya li herêmê kir û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a li ser herêmê ku welatiyên sivîl dibin qûrbanî. Almas Romî dagirkeriya li Efrînê bibîr xist û wiha pêde çû: "Her yek ji me li hember êrîşan berpirsyar e ku xwedî li axa xwe derkevin. "

Li ser navê malbata şehîd Romî bavê şehîd Mehmud Romî Serhan Romî jî banga yekîtî û hevgirtinê li tevahî gelê Kurd kir û soza şopandina rêya şehîd da.

Di dewama merasîmê de nasnameya şehîd Mehmûd Romî hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de gel û şervanan cenaze li ser milên xwe kirin û di nav dirûşmeyên "Şehîd namirin" de spartin axê.