Gelê Bakurê Sûriyeyê li dijî dagirkeriyê li ser lingan e!

Li gelek bajarên girêdayî Federasyona Bakurê Sûriyeyê bi hezarna kes daketin kolanan û dagirkerî proteto kirin. Li Reqayê çalakiya nobedê destpê kir.

Meclîsa Ciwanan a Reqa li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker dest bi çalakiya nobedê kirin. Çalakiya nobedê li Qada El Muhafza bi konê hatî vedan destpê kir.

ÇALAKIYA NOBEDÊ

Rêvebera Meclîsa Jinan a Reqa Necah El-Ehmed a di çalakiyê de axivî, diyar kir ku wê li dijî gefên Serokkomarê Tirk Erdogan bêdeng nemînin.

Necah got: “Bi vîna jinê û hêza gel em ê axa xwe heta dawî biparêzin.” Endamê Komîteya Ciwan û Sporê Enwer El-Ehmed jî destnîşan kir ku gelê herêmê li dijî her cûre êrîşê amade ye ku bibe mertalê zindî.

LI KERAMEYÊ MEŞ

Li herêma Kerameyê ya Reqayê jî li dijî gefên dagirkeriyê meşek hate kirin. Rûspiyên Reqa û Hevserokê Meclîsa Sivîl a Reqayê Mişlib El Dewrê jî tevlî meşê bû. Di meşê de pankartên bi nivîsên ‘Ji dagirkeriya Tirkiyeyê re na’ û ‘Ji Osmaniyên qatil re na’ hatin vekirin. Hevserokê Meclîsa Sivîl a Reqayê Mişlib El Dewrê axivî û got: “Em gel bi yek beden û yek ruh wê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin. Divê hemû gelê Sûriye li dijî dagirkeriya Tirk raber ser lingan.”

LI HELEBÊ DAXUYANÎ

Koordînasyona Heleb a Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Kongreya Star li Helebê li dijî gefên dagirkeriyê li pêşiya avahiya xwe daxuyaniyek dan. Gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn.

Rêvebera Kongreya Star Leyla Xalid anî ziman ku dixwazin jiyana gel a li herêmê derb bikin û herêmê dagir bikin. Leyla bang li raya giştî kir ku li dijî êrîşan bi berpirsyariyên xwe rabin.

LI TIL HEMÎSÊ MEŞ: EM AXA XWE NATERIKÎNIN

Li navçeya Til Hemîs a Qamişloyê jî bi heman armancê meşeke girseyî hate kirin. Di meşê de pankartên ‘Ji Osmaniya nû re na’ û ‘Bijî Yekîtiya Gelên Sûriyeyê’ hate vekirin. Rêveberê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xalib El-Sadûn axivî û got: “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin sêwana projeya demokratîk de bi bira dijîn. Em axa xwe naterikînin.

Li ser navê Erebên li herêmê jî Cewze El-Hasûd jî bibîr xist ku gefên Erdogan ên li ser herêmê dixwaze gelê herêmê li dijî hev sor bike ye. El-Hasûd anî ziman ku ti êrîş nikare vîna gel bişkîne.

TIL KOÇER: DAWIYA DAGIRKERIYÊ WÊ BÊ

Gelê ku li navçeya Til Koçer a Qamişloyê jî daketin qadan, li dijî êrîşan banga berxwedanê kirin. Hevseroka Meclîsa Herêma Dêrikê Zîlfê Bedro ya axivî got: “Em dengê xwe digihînin raya giştî, ji gef û faşîzma Tirkiyeyê re dibêjin na.”

Hevseroka Meclîsa navçeya Til Koçer Newfa Xedan jî anî ziman ku li dijî gef û êrîşên Erdogan berxwedan û têkoşînê bilind dikin, dema dest bidin destê hev wê dagirkeriyê ji holê rakin.

LI SERÊ KANIYÊ ÇALAKIYA MERTALÊN ZINDÎ

Gelê Serêkaniyê li dijî gefên dagirkeriyê sibeha Çarşemê li pêşiya Mala Gel dest bi çalakiya nobedê kirine. Piştî meşa gihişte sînor, kon hate vedan û li dijî êrîşan dest bi çalakiya nobedê hate kirin.