Gelê Şengalê îro jî hate ser sînor
Gelê Şengalê girtina korîdora însanî ya Rojava-Şengalê şermezar dike.
Gelê Şengalê girtina korîdora însanî ya Rojava-Şengalê şermezar dike.
Korîdora însanî ya Rojava-Şengalê ku piştî êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê ya ser Şengalê ku 2014'an hatibû kirin, ji hêla Iraqê ve 15'ê Kanûnê hate girtin. Bi sedan Êzîdî û Ereb girtina korîdorê şermezar kirin. Çalakiyê îro jî domand.
Piştî ku çalakgeran bi rayedarên Iraqî re rûniştin, hate gotin rayedaran gotine, ''ew ê li ser mijarê bisekinin''. Gel jî got, ''Heta ku korîdor vebe û biryareke fermî were standin em ê çalakiya xwe bidomînin.''
TÊ PAYIN KU RAYEDAR WERIN SER SÎNOR
Êzîdî û Ereb vê sibehê jî çûne ser sînor.
Gel serdana ciwanan kir, ku kon danîbûn, li vir agir dadan û biryar şermezar kirin.
Tê payin ku rayedarên Iraqî û fermandarên Mûsilê îro biçin ser sînor û gel re rûnin.