Li Rojava gel li dijî dagirkeriyê daketin qadan
Nerazîbûnên gelê Rojava li dijî gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li Şehba, Reqa û Kobanê gel daketin qadan û gefên Tirkiyeyê şermezar kirin.
Nerazîbûnên gelê Rojava li dijî gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li Şehba, Reqa û Kobanê gel daketin qadan û gefên Tirkiyeyê şermezar kirin.
ŞEHBA
Welatiyên Efrîn û Şehbayê îro li dijî dagirkeriyê meşiyan.
Meş li pêşiya stada gundê Babenî ya navçeya Ehdas a Şehbayê dest pê kir û li qada gund veguherî mîtîngê. Gel bê navber dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Sedemê û şermezarkirina gefên dewleta Tirk berz kirin.
Hevseroka Meclîsa Avaker ya Federasyona Demokratîk a Baurê Sûriyeyê Hediye Yûsif di mîtîngê de axivî û got; “Gelê Efrînê 58 rojan li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe dan û niha jî li Şehbayê berxwedana xwe didomînin. Dewleta Tirk siyaseta demokratîk û civaka demokratîk ji bo xwe weke gefekê dibîne. Bi gefên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re projeya netewa demokratîk a gelê herêmê tê hedef kirin.”
Hevserokê Meclîsa Kantona Şehba Îsmaîl Mûsa jî wiha got; “Dewleta Tirk ji bo xeyalên Osmaniyan pêk bîne ji destpêka krîza Sûiryeyê ve piştgirî da çeteyan, çete şandin xaka Sûriyeyê û dagirkeriya Efrînê jî vêya dide nîşandan. Efrîn bi teqez wê were rizgarkirin.”
Hevserokê Meclîsa Kantona Efrînê Hewler Cago jî bîlançoya çalakiya şervanên YPG/YPJ’ê ya 15’ê Kanûnê ya li Efrînê xwend.
REQA
Bi sedan welatiyên xeta El-Şamiye ku herêma El-Mensûra, El-Ekreşî, Retle û El-Kesrat lê ne li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan.
Meş li herêma Retle dest pê kir û heta gundê Kesra Mihemed Elî dom kir. Gel di meşê de pankarta “Na ji dagirkeriya Tirk re!” hildan.
KOBANÊ
Gelê Kobanê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker li gundê Qeremox yê beramberî sînor kon vedan.
Welatiyên Kobanê diyar kirin ku ew ji gefan natirsin û wê li dijî êrîşan li ber xwe bidin.
Gelê Kobanê wê li kon çalakiya nobetê bikin.
Bi heman armancê duh li bajarê Girê Spî û Silûkê kon hatibûn vedan û çalakî didomin.