Çalakgerên greva li Strasboûrgê: Divê CPT û KE bikevin nava tevgerê

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê ya li Strasboûrgê di roja 3’an de didome. Çalakgeran bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence (CPT) û Konseya Ewropa (KE) kirin ku bikevin nava tevgeran.

Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê 15 Kurdistaniyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê di roja 3’an de didome.

Çalakgerên greva birçîbûnê li Mala Çandê ya Mezopotamyayê bi biryardarî didomînin û serdanên piştgirîyê ji bo çalakiyê didomin.

Çalakgeran diyar kirin ku tecrîda giran a li ser Ocalan parçeyek ji konsepeta êrîşên dewleta Tirk ên hemwext in. Çalakgeran ragihand ku ji bo tunekirina sîstema tecrîdê ya Îmralî û konsepta êrîşan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

CIWANÊN SWÎSREYÊ SERDANA ÇALAKIYÊ KIRIN

Serê sibê gelek welatiyên li Strasbûrg û derdora wê dijîn çûn serdana çalakgeran û piştgiriya xwe diyar kirin.

Li aliyê din gelek ciwanên Kurd ên li Swîsreyê dijîn serdana çalakiya greva birçîbûnê ya li Mala Gel a Mezopotamyayê kirin. Ciwanan sekna çalakgerên greva birçîbûnê silav kirin û gotin wê têkoşînê geştir bikin.

RAYEDARÊN KE: EM REWŞÊ DIŞOPÎNİN

Çalakgeran bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyan (CPT) ku saziyekî Konseya Ewropa (KE) ye bikevin nava tevgerê.

Hate ragihandin ku îro hinek hevdîtin bi rayedarên Konseya Ewropa re hatine kirin û rayedaran ragihande ku ji destpêkê ve çalakiyê dişopînin. Têkildarî mijarê Nûnerê HDP’ê Fayîk Yagizay agahî da û diyar kir ku hemû rayedarên hevdîtin bi wan re kirine gotine ku agahiya me ji çalakiyê heye.

DAXWAZA HEVDÎTINÊ YA BI CPT RE

Li aliyê din hate ragihandin ku çalakgeran serlêdana daxwaza hevdîtina bi CPT re kirine. Li gorî agahiyên Yagizay wê serlêdana nivîskî jî were kirin.

ÇALAKGER

Ji her çar parçeyên Kurdistanê, Kurdistanî beşdarî greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bûne. Gelek endamên partî û rêxsitinan jî di çalakiyê de cihê xwe digrin. Navê çalakgeran wiha ne; Dîlek Ocalan, Rojnameger Gulistan Çiya Îke, Denîz Rojbîn, Nûrgul Başaran, Ramazan Îmîr, Mehmet Nîmet Sevîm, Mûstafa Sarikaya, Mohamad Ghaderî, Denîz Surgut, Ayvaz Ece, Yuksel Koç, Kadro Bokanî, Kerem Solhan, Agît Ûral û Ekrem Yapici.