Bi merasîmekê şehîdên YPG’ê Mazlûm û Zagros hatin veşartin

Bi tevlîbûna hezaran kesî cenazeyê şervanên YPG‘ê Basil Kedor (Mezlûm Efrîn) û Edhem Erebo (Zagros Efrînê) ên ku 16‘ê Kanûnê di Berxwedana Serdemê de li navçeya Şêrawayê şehîd bibûn bi merasîmeke heybet ve hatin veşartin.

Bi hezaran welatiyên kantonên Şehba û Efrînê cenazeyên şehîdên YPG’ê Koder û Erebo ji nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafîn a Şehbayê wergirtin û bi kerwanekî ji sedan wesayîtan pêk dihat ber bi Goristana Şehîdan a navçeya Ehrisê ve ketin rê.

Kerwanê cenaze li goristanê ji aliyê girseya gel ve hate pêşwazîkirin. Li vir merasîm bi rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Xelîl Mihemed, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a kantona Efrînê Silêman Cafer û Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Wefa Hisên axivîn.

Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku Zagros û Mazlûm ji bo parastina gel û welat şehîd bûne. Dîsa hate diyarkirin ku êrîşên dewleta Tirk têkbirina projeya demokratîk û zêdekirina nakokiyên li herêmê nava pêkhateyan ne. Herî dawî bal hate kişandin wê li dijî her êrîşan li ber xwe bidin.

Pişt axaftinan nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Cenazeyê şehîdan bi dirûşim û tilîliyan ve hatin veşartin.