YPG'ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku şervanê wan Simo Kobanê 16’ê Kanûnê li bajarê Kobanê dema bi erka xwe radibû di encama qezayekê de şehîd bûye. YPG’ê bi daxuyaniyekê Simo Kobanê bi bîr anî.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şervanê wan Simo Kobanê 16’ê Kanûnê li bajarê Kobanê di encama qezayekê de şehîd bûye.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye;

“Rêhevalê me Simo li bajarê Kobanê ji dayik bûye. Heval Simo ji berxwedana Kobanê bandor bû û tevî temenê xwe yê mezin bi taybetmendiyên xwe yê zîrekbûn û sekna xwe ya jiyanê ji herkesî re nîşan da ku ti tişt ji  têkoşîna azadiyê re nabe asteng. Kesayeteke dilnizm û kedkar bû; ev jî dihişt ku rêhevalê wî ji xwe re mînak bigrin. Heya roja şehadetê jî ji sekna xwe û kesayeta xwe qet nehat xwar, her tim  rihê milîtaniya azad ji i xwe re esas girtiye.

Nasnameyê rêhevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Simo Kobanê

Nav û Paşnav: Simo Simê

Navê Dayikê: Xanim

Navê Bav: Numan

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Cih û Demê Şehadetê: Kobanê / 16’ê Kanûna 2018'an

Em di şexsê rêheval Simo de hemû şehîdên xwe yên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bibîr tînin. Di serî de ji malbata şehîd Simo re û ji hemû gelê xwe re em sersaxiyê dixwazin.”