Trûmp: Dem hatiye ku leşkerên Emerîkî vegerin mala xwe

Serokê DYE'yê Donald Trûmp diyar kir ku dem hatiye, leşkerên Emerîkî yên li Sûriyeyê vegerin mala xwe.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li ser Twîtterê dîmenek parve kir û got, "Em niha bi ser ket. Dem dema vegera li malê ye."

Trûmp got, "Zarokên me, jinên me yên ciwan, mêrên me, hemû wê vegerin malê û hemû wê niha vegerin."

Li bakurê Sûriyeyê bi qasî 2 hezar leşkerên Emerîkî hene. Ev jî bi giranî hêzên taybet in.

Trûmp her wiha got, "Demeke dirêj em li Sûriyeyê şer dikin. Nêzî du sal in ez serok im û bi rastî jî em derketin asteke bilind. Li dijî koma Dewleta Îslamê em bi ser ket."

Trûmp got, "Me ew têk bir, me ew baş têk bir. Em xak ji destê wan derxist. Û niha dem hatiye ku yekîneyên me vegerin malê."

QALA KURDAN Û QSD'Ê NEKIR

Trûmp di dema şerê ku got 'em bi ser ket' qala Hêzên Sûriyeya Demokratîk û YPG'ê nekir. Bi saya van hêzan DAÎŞ hate têkbirin.

Balkêş e Trûmp di axaftina xwe de ya ji deqeyek û 39 saniyeyan, bi gotinekê jî qala Kurdan û QSD'ê nekir.