Cenazeyên 3 sivîlên li Şengalê şehîd bibûn bi girseyî spartin axê

Cenazeyê 3 welatiyên Kobanê yên di êrîşa 13’ê Kanûnê ya artêşa Tirk a li Şengalê de şehîd bibûn, li Kobanê bi merasîmeke girseyî ya bi tevlîbûna bi hezaran kesî spartin axê.

Bi hezaran welatiyên herêma Firatê bi merasîmekê cenazeyê hersê şehîdên sivîl Xelîl Xalid Cio yê ji gundê Qolanê Qere Elî, Mistefa Hecî ji gundê Qolanê û Mehmûd Xan Temo ji gundê Helincê ku di encama êrîşa hawayî ya dewleta Tirk li ser Şengalê de şehîd bibûn goristana Şehîd Dicle spartin axê.

Di merasîman de endam û rêveberiyên saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha şêniyên ji hemû gund û bajarokên herêma Firatê amade bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin leşkerî ya ji aliyê şervanên Erka Xweparastinê vee destpê kir. Piştre jî Hevseroka Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Dilbirîn Kobanê axivî û wiha got: "Ma ev cezayê gelê Kurd ku li şûna cîhanê şerê terorê kir, Tirkiyê li pêşiya çavên cîhanê sivîlan bombebaran dike û her roj rastî gefan tê, divê her kes dîroka gelê Kurd ê ku rojekê serê xwe ji dijmin re netewand, bixwîne."

Dilbirîn destnîşan kir ku şerma herî mezin a hikumeta Başûrê Kurdistanê ye ku xwe dike parastina Şengalê dike, li aliyekî din derbarê bombebarana Tirkiyê li ser wê herêmê di bêdengiya xwe de maye.

Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Kantona Kobanê Enwer Mislim axivî û got:"Em ne aşqê şer in, em aşqê aştiyê ne lê her tim Tirkiyê me neçar dike ku em çekê rabikin ku parastina xwe bikin, rakirina me ji çekê re ji bo parastina herêmên ku bi xwîna şehîdan hatine rizgar kirin, ew serbilindiye.”

Tê payîn ku Meclîsa Malbata Şehîdan siba merasîmên sersaxiyê li gundê Çelebiyê yê başûrê kantona Kobanê û li gundê Helincê lidar bixe.

Di dawiya merasîman de Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya 4 şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.