Gelê Serêkaniyê û Kobanê li dijî dagirkeriya Tirk li qadan e
Li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Serêkaniyê meş hate lidarxistin û çalakiya mertalê zindî hate destpêkirin. Li Kobanê jî çalakiya nobetê di roja 3’an de didome.
Li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Serêkaniyê meş hate lidarxistin û çalakiya mertalê zindî hate destpêkirin. Li Kobanê jî çalakiya nobetê di roja 3’an de didome.
Gelê Serêkaniyê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker vê sibê li Mala Gel li hev kom bûn û çalakiya mertalê zindî dan destpêkirin.
Gel bi pankartên “Bijî biratiya gelan”, “Na ji dagirkeriya Tirk re”, “Na ji terora Erdogan re” û “Na ji bêdengiya navnetewî ya li dijî komkujiyên sivîlan ên ji aliyê Erdogan û çeteyên wê ve têne kirin” ber bi sînor meşiyan.
Gel li sînor kon veda, wê nobetê bigire û çalakiya mertalê zindî bide destpêkirin.
KOBANÊ
Çalakiya nobetê didome ya ku li dijî gefên dagirkeriyê yên Serokkomarê Tirk Erdogan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi beşdarbûna sedan kesan hatibû destpêkirin. Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê îro nobet dewr girt.
Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Firatê Enver Muslim li konê çalakiyê axivî û got; “Em li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker di nobetê de ne. Em ji gefên wan natirsin. Projeya neteweya demokratîk ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye mînak û bi yekîtiya gelan wê Sûriyeyeke demokratîk were avakirin.”