Bagera Cizîrê: 63 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin

QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya li Eniya Baxoz û Hecînê ragihand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê encamên 24 saetên dawî yên Qonaxa Dawî ya Pêngava BagerA Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê ya li Hecînê û Boxazê ragihand. QSD’ê diyar kir ku di şerê li eniya Boxaz û Hecînê de 63 çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin.

Her wiha QSD’ê destnîşan kir ku şervanên wan bi pêş ve diçin û 2 wesayîtên bombebarkirî û 10 bargeh hatin teqandin, 5 rê li ser terorîstan hatin qutkirin, her wiha tuneke terorîstan hatin teqandin.

Di daxuyaniya QSD’ê de ev agahî hatin dayîn:

ENIYA BOXAZ

Şervanên me êrîş birin ser bargehên terorîstan, di encamê de hejmareke terorîst hatin kuştin û hejmarek din birîndar bûn. Şervanên me li vir pêş ve çûn û 10 nuqteyên nû ava kirin. Her wiha balafirên Koalîsyonê 2 êrîş li dijî bargehên terorîstan pêk anîn.

Li aliyekî din ê heman eniyê şervanên me piştî şer dijwar li ser bargehên terorîstan 1 km pêş ve ketin û 17 nuqteyên nû ava kirin. Di êrîşê de hin terorîst hatin kuştin û hinek din birîndar bûn.

Li baskekî din yê vê eniyê, di saetên êvarî de hêzên me êrîş birin ser nuqte û bargehên terorîstan, li ser vê yek şer derket. Di şer de hejmarek terorîst hatin kuştin û hejmarek birîndar bûn. Şervanên me li vir 14 nuqteyên nû ava bikin. Rêxistina terorîst hewl da noqteyên xwe vegerînin li ser vê yekê bi topên RPG noqteyên me topbaran kirin.

Hêzên Koalîsyona Navdewletî bi top û balafiran deverên terorîstan kirin hedef.

Şerê li tevahî eniyan dem dem didome, car caran hawan têne avêtin.

ENIYA HECÎN

Di saetên sibehê de şerê giran rû dan. Şervanên me êrîşî birin ser nuqteyên terorîstan, hejmarek terorîst hatin kuştin û hin din jî birîndar bûn, cenazeyê hin ji wan tevî çêkên wan ketin destê şervanan. Terorîstan ji dûr ve bi hawnan bargehên hêzên me topbaran kirin, lê zirar ne gihişt hêzên me.

Şervanên me sibehê xebatên lêgerînê dabûn destpêkirin, di encamê de hejmarek laptop û hin belge dîtin.

Rêxistina terorîst saet 9‘ê sibehê bi hemû çekên giran, sivik û navîn, di nav de doçka êrîşî kirin, şervanên me bersiva êrîşan dan, şer bi saetn dewam kir, di şer de hejmarek terorîst hatin kuştin û hindek din jî birîndar bû, her wiha yên mabûn jî reviyan. Tîma rakirina mayînan a hêzên me li herêmê gelek mayîn ku terorîstan bi cih kiribûn rakirin.

Li aliyekî din, beriya nîvro, di navbera şervanên me û rêxistina terorîst de şer rû da, şer bi saetan berdewam kir. Terorîstan doçka û wesayîtên bombebarkirî bikar anîn, 2 wesayîtên wan ji aliyê şervanan ve hatin teqandin. Piştre jî hewl dan bi motorsîklêtên bombebarkirî êrîş bikin. Piraniya êrîşkarên terorîstan hatin kuştin û yên din jî ji herêmê şer reviyan.

Di saetên êvarî de şervanên me li vê eniyê pêş ketin û nuqteyên nû ava kirin. Terorîstekî ku mayîn li xwe pêçandibû hewl da xwe di nava şervanên me de biteqîne, şervanên me ji dûr ve lê dan û mayîna bi wî ve hate teqandin. Balafirên koalîsyonê çend bargehên terorîstan kirin hedef û hejmarek terorîst hatin kuştin û hejmarek din birîndar bûn.

Li aliyekî din, şervanên me êrîşî bargehên terorîstan kirin, di êrîş de hejmarek terorîst hatin kuştin û hindek din jî birîndar bûn. Terorîstan hewl dan êrîşeke berfireh li hemberî hêzên me pêk bîne lê êrîş hate şikandin.

Şerê li vir jî dem dem didome.

BÎLANÇO

-Hejmara terorîstên hatin kuştin: 63

-Windahiyên terorîstan: 2 wesayîtên bombebarkirî û 10 bargeh hatin teqandin, 5 rê li ser terorîstan hatin qutkirin, her wiha tuneke terorîstan hatin teqandin.

-Derbeyên Koalîsyona Navdewletî: 31 êrîşên hawayî"