Cenazeyê şervanê QSD’ê Bahoz Hesekê hate veşartin

Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanê QSD’ê Ehmed Ebdo (Bahoz Hesekê) bi merasîmekeê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê veşartin.

Bi sedan welatiyên Hesekê û gundewarên wê cenazeyê şervanê QSD’ê Ehmed Ebdo (Bahoz Hesekê) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, ji avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê û Erka Xweprastinê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Bengîn Badînî, Hevserokê Kantona Hesekê Ebdûlxenî Oso û ji hêzên leşkerî Serhildan Rojava axivîn.

Qisekeran sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha gotin; “Dewleta Tirk a dagirker ji projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ditirse ji lewra bi hinceta şerê Kurdan hewl dide êrîşî herêmê bike û projeyê têk bibe.”

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Girseya gel cenazeyê şervanê QSD’ê Ehmed Ebdo (Bahoz Hesekê) bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.