Komxebata Eşîran: Gef sûdê dide DAÎŞ’ê

Piştî komxebata eşîrên Herêma Firatê encamname hate xwendin û hate gotin ku gefên dewleta tirk nayên qebûl kirin.

Îro li gundê Tenhuze yê Girê Spî bi pêşengtiya Komîteya Rûspiyan û MSD’ê Komxebata eşîrên Herêma Firatê hate lidarxistin. Komxebat bi xwendina encamnameyê bidawî bû.

Komxebat bi dirûşma ‘Na ji gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, erê ji Sûriyeya ewle re’ destpêkir. Gelek mijar di kongreyê de hatin nîqaşkirin û gefên Tirkiyê girîngtirîn mijar bû.

Di komxebatê de nêzî hezar û 500 rûspî û şêxên êlên herêmên Minbic, Reqa, Tebqa, Dêrazor, Cizîrê, Herêma Firatê û li rexê jî nûnerên Rêveberiya Xweser, Meclisa Sûriya Demokratîk(MSD) û partiyên siyasî, amade bûn.

Di dawiya komxebatê de, Desteya Rûspiyan a ku komxebat bi hevkariya MSD’ê re li dar xistî, daxuyaniyeke darbarê encamên nîqaşên beşdaran de, weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi banga ji Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi diruşma ‘Na ji gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, erê ji Sûriya ewle re’ li bajarê Girê Spî bi sedan nûnerên qebîle, êl, aktevîzên komeleyên Herêma Firatê, li hev kom bûn. Beşdaran gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xeteriyên wan li ser destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi saya 43 hezar Şehîd û birîndar ji tevahî pêkhateyên Sûriyê pêk hatine, nîqaş kirin.

Em li hev kom bûne ku ji raya giştî re ya cîhanê re ragihînin ku gefên ku serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan dixwe, li gor berjewendiyên vejandina DAIŞ’ê, rêxistinên terorî ne û kedên bi hedefên aştî û aramiya li Sûriyê û herêmê têk dibe. Ev gef jî bandoreke neyînî heta li hundirê Tirkiyê dike û lawaz dike. Ew gef li dijî qanûnên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, desthilatiya Sûriyê, mîsaq û peyamanên navdewletî ne û derveyî têkiliyên cîrantî û parastina serweriya dewletan in. Bihaneyên rejîma Tirkiyê dûr rastiyê ne, bi taybet rejîma Tirkiyê li hember tu gefeke ji hêla Rêveberiya Xweser de de li ser ewlehiya wê ku bibîne, aciz e. Her wiha jî hemû dizanin ku rejîma Erdogan ji piştevanên girîng ji DAIŞ’ê re ne ku Girê Spî dagir kiriye. Li rexê jî rewşa aramî û ewlehiya ku heyî bi rêya israrkirina li ser jiyana hevbeş û têkiliyên dîrokî yên di navbera gelên herêmê, êlên Firatê, tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Ermen û Tirkmen û tevahî pêkhateyên dîtir de ye.

Me guleyek jî neavêtiye gelê Tirkiyê û ne jî avêtiye sînorê Tirkiyê. Ji ber ku em daxwazên aştiye ne. Her tim hewl didin diyalog û çareseriyê ji aloziyê re bi rêya projeya Rêveberiya Xweser a ku tekeziya desthilatiya Sûriyê û axa wê dike, bîbinin.  Ji berxwedana Serêkaniyê heta berxwedana Efrînê û ta vê kêliyê berdewam e.

Li ser vê bingehê, em bang li tevahî gelê Sûriyê dikin ku bi yekrefî li dijî van gefên ku her zirarê bi xwe re bîne û di serî de Tirkiyê, bisekinin. Li aliyekî dîtir jî bang li Amerîka ya ku serkêşiya Kaolîsyona Navdewletî ya li dijî terorê û Yekitiya Rûsya, NY’yê, Meclisa Ewlehiya Navdewletî, Camîya Erebî û tevahî rêxistinên mafên mirovan dikin ku berpirsiyariyê hilgirin û li ser bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyê li herêmên Cerablus, Bab, Ezaz, Idlib û tevahî herêmên Sûriyê û di serî de Efrîna berxwedêr ku hêdî nabe heta şêniyên wê yên resen li venegerin, bixebitin.

Bang li desthilatên Şamê dikin ku diyaloga cidî bi rayedarên MSD’ê re bi hedefa çareserkirina aloziya Sûriyê, birîna rêyên bi hewldana destdirêjiyên li ser ewlehî û aramiyê û vegera guncaw ji tevahî pêkhateyên Sûriyê re pêk bînin.

Di dawiyê de, soz û biryara xwe nû dikin ku li rex Meclisa Girê Spî ya Leşkerî û QSD’ê li hember dijminatiyê, bisekinin. Ji ber ew keç, xort, xwişk û birayên me ne. Bi saya wan seriyên xwe radikin û bi ewle û aramî jiyan dikin. Em bi Sûriyeya xwe ya bi hevbeş jiyan bi rêya biratiya gelan û yekitiya çarenûsê jiyan dikin, serbilind in."