HRE: Li Babê 8 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên hêzên wan yên li herêma Babê de 8 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya HRE wiha ye;

“Hêzên me çalakiyên xwe li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrîn û derdora wê berdewam dikin.

Di dîroka 28’ê Tebaxê de hêzên me çalakiyek sabotajê li dijî baragehekî sîxurî ya girêdayî çeteyên artêşa Tirk a dagirker li rêka Vêlat a li navenda bajarê Efrînê li dar xistin. Di derbarê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal bi dest neketin.

Di dîroka 29’ê Tebaxê de hêzên me ji sê milan ve êrîş birin li ser baragehên çeteyên Firqet el-Hemze û Sultan Murad yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li gundê Daxilbaş yê girêdayî herêma Babê. Yekîneyên me bi çekên sivik û navîn şerê rû bi rû bi çeteyan re kirin û çalakiyekî sabotajê li dijî seyareyekî wan li dar xistin. Di encama çalakiyê de 8 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn. Her weha hêzên me dest danîn li ser çekek AK-47, û dûrbînekî şevê ya artêşa Tirk a dagirker.

Di dîrokên 28 û 29’ê Tebaxê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obîs û tankan wargehên sivîlan ên li gundên Nêrebiyê, Til Cîcan, Zîwan ên herêma Şehba û gundên navçeyên Şera û Şêrawa Mer’enaz, Malikiyê, Şewarixa, Soxanekê, Aqîbê bi dijwarî topbaran kirin û hemwextî wê belafirên keşfê ên Tirk li ser herêmê geriyan.”