'Em ê li dijî gef û êrîşan bibin yek'
Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star Rihan Loqo diyar kir, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li Rojava jin wê ji bo parastina xaka xwe li ber xwe bidin û got, "Li dijî gef û êrîşan em ê bibin yek."
Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star Rihan Loqo diyar kir, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li Rojava jin wê ji bo parastina xaka xwe li ber xwe bidin û got, "Li dijî gef û êrîşan em ê bibin yek."
Ji berdevkên pêngava "Xaka xwe, rûmeta xwe biparêze, DAÎŞ'ê û dagirkeriyê têk bibe" ya Kongreya Star Rihan Loqo der barê armanca pêngavê de ji ANF'ê re axivî.
Hûn dikarin qala armanca pêngavê bikin?
Pêngava me ya bi navê "Xaka xwe, rûmeta xwe biparêze, DAÎŞ'ê û dagirkeriyê têk bibe" di 8'ê Tebaxê deli bajarê Kobanê bi beşdariya jinên ji herêmên Cizîr û Firatê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate ragihandin. Daxuyaniya me ya çapemeniyê bi zimanên Erebî, Kurdî û Suryanî hate xwendin. Bi vê pêngavê re me xwest nîşan bidin ku em gefên li dijî xaka Rojava ku bi berdêlên giran hate azadkirin û destketiyên gel, êrîşên li dijî wan qebûl nakin. Tirsa yên ku gefan dixwin ew e ku bayê azadiyê yê ji Rojava tê li Bakur deng vede, li dinyayê deng vede.
Li Tirkiyeyê niha krîzên aborî, siyasî û dîplomatîk hene û dixwazin van krîzan li herêmên din belav bikin. Azadbûna Reqa, Tebqa, Minbicê, hêdî hêdî pejirandina rêveberiya xweser ji aliyê dinyayê ve, xurtbûna têkiliyên dîplomatîk, serdana ji derve ya li rêveberiya Rojava û pêkhatina aramiyê li Rojava nepejirandin. Niha jî di ser çapemeniyê re gefên xwe didomînin.
Weke ku tê zanîn Rêber Apo got, "Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye". Em jî dibêjin, yên ku herî zêde li vê şorşeê xwedî derkevin, yên ku herî zêde vê kedê biparêzin jin in. Me xwest li dijî van gefan gava destpêkê bi navê Kongreya-Star biavêjin. Me gelekî nîqaş kir û di encamê de biryar wergirt ku dest bi pêngaveke bi vî rengî bikin.
Piştî destpêkirina pêngavê pêvajoyeke bi çi rengî dest pê kir?
Taybetmendiya herî xurt a pêngavê asta wê ya çalakiyan bû. Komîteyên Kongreya Star hema bêjin her roj çalakiyan dikin, semîneran pêk tînin, ji bo xurtikrina rêxistinî û xweparastinê perwerdeyan dikin. Ev yek bi giranî li komun, meclîs û navçeyan bi rêxistinbûnê berfireh bûn. Yanî em dikarin bêjin ku hûn bêhtir li ser naskirina welatparêziyê û rêxistiniya civakê û jinê hate rawestîn.
Pêngavê beriya mehekê dest pê kir û em ê weke gava duyemîn li ser xurtkirina pêngavê rawestin. Gava destpêkê gava çalakiyan bû, lê vê carê em plan dikin ku hîn bêhtir li ser rêxistinbûnê rawestin.
Jinên li qadên ji DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin bi çi rengî nêzî pêngavê bûn?
Li herêmên ku beriya demeke kurt hatin rizgarkirin çalak çalakiyên bi bandor hatin kirin. Bi taybetî li herêmên ku jinên Ereb lê gelek inçalakî hatin kirin. Li dijî sîstema ku DAÎŞ'ê bi salan meşand hîn bêhtir ev çalakî bi wate dîtin, bi reng û dengê xwe dinava yekîtiyê de daxwaza azadiyê kirin. Li van herêman jinên Kurd, Ereb, Suryan, Çerkes û ji gelên din li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn yek. Di encama van çalakiyan de em dikarin bêjin ku ne tenê jinên Kurd, hemû jinên li vê xakê ne destnîşan kirin ku ew dixwazin xaka xwe biparêzin.
Di pêngavê de tiştekî ku kêm maye yan jî negihîştiye armanca xwe çi ye?
Li dijî feraseta berê ku jin li derveyî perwerde û dîplomasiyê didît em ê li her qadê rêxistiniya xwe careke din ispat bikin. Bi vê rêbazê em ê careke din nîşan bidin ku yên vê xakê biparêzin wê jin bin. Bêguman kêmasiyên me hene, yek ji wan jî ew e ku me nekarîn xwe bigihînin hemû pêkhate, rêxistin û saziyan. Ji ber vê yekê di têkiliyên xwe yên dîplomatîk de em ê hîn bêhtir her kesî bi rêxistin bikin. Lewma me pêwîstî bi gava duyemîn dîtin. Em ê bi rêya meclîs, komun û rêxistinan hewl bidin xwe bigihînin jinên ku me heta niha xwe negihandine wan.
Em dixwazin nîşan bidin ku em ê jiyaneke hevpar û azad ava bikin. Gefên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Tevî vê yekê li dijî jinan komkujî û talana kedê didome. Em ê li dijî vê tundî, komkujî, zewicandina di temenê zarokatiyê de serî hildin û karê xwe bi vê biryardariyê bidomînin.