2 hezar zarok tabloyeke 500 metre xêz kirin

Li Kampa Serdemê 2 hezar zarokên Efrînî li ser caweke bi dirêjiya 500 metreyî xeyal û êşên xwe xêz kirin. Tablo diyarî Alan Kurdî hate kirin.

Ajansa Rûmaf bi koordîneya Yekîtiya Rewşebîran a Herêma Efrînê ji zêdetirî hefteyekê ve amadekariya çalakiyê, ji rengan û amûrên xêzkirinê yên ku bi şaxên darên zeytunê hatina xemilandin kiribû.

Tiliyên zarokên Efrînê yên ku neçar man ji warên xwe derkevin, tabloya herî mezin girêdayî bîranîn û terajediya xwe ya di topbarana artêşa Tirk a dagirker de xêz kirin.

Berpirsên çalakiyê armanc dikin ku zêdetirî 2 hezar zarok mijarên cuda li ser caweke bi dirêjahiya 500 û firehiyia 160 cm bûyerên ku bûne şahidê bi taybet di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de li Efrînê yên ku 58 rojan dom kiriye, xêz bikim.

2 hezar zarokên herêma Efrînê ji pêkhateyên cuda û temanên ji 6 heya 12 saliyê de tevî mamosteyên xwe li Kampa Serdemê ya girêdayî navçeya Ehdasê a Kantona Şehbayê kom bûn û tevlî çalakiyê bûn.

Kamp bi wêneyên Alan Kurdî yên di deryayê de xeniqî, amûrên xêzkirinê bi şaxen zeytûnê hatiye xemilandin.

Piştî deqeya rêzgirtin endama rêveber a ajansa Rûmaf a ji pêkhateya Ereb Nede El-Hisên bi xêrhatina beşdaran kir û destnîşan kir ku armanca wan ji çalakiyê ew e ku êşên şêniyên Efrînê dûrî siyastê belge bikin.

Piştre zarokan wêneyên cuda girêdayî rewşa xwe di êrîşa Tirkiyê de li ser Efrînê xêz kirin.

Çalakî di heman demê de bi boneya salvegera 5‘emîn a zarokê bi navê Alan Kurdî yê ji Kobanê di peravên deryayê de fetisîbû hate organîzekirin.

Piştî xêzkirina tabloyê koma ixtiyaran a girêdayî Desteya Çand û Hunerê xelekên dîlanên folklora Efrînê gerandin.