Li Dêra Zorê berpirsê aboriya şaneyên veşartî yê DAÎŞ’ê hate girtin
YPG’ê ragihand ku di encama çalakî û operasyonên hêzên wan de berpirsê aboriya şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê Mihemmed Remedan Eyd El-Tala hate girtin.
YPG’ê ragihand ku di encama çalakî û operasyonên hêzên wan de berpirsê aboriya şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê Mihemmed Remedan Eyd El-Tala hate girtin.
Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî çalakî û operasyonên hêzên wan daxuyaniyek nivîskî weşand.
YPG’ê di daxuyaniyê de got; “Çalakî û operasyonên hêzên me yên li dijî DAIŞ û komên din yên çete berdewam dike. Li herêmê di operasyonên ku heya niha hatin lidar xistin de hejmarek zêde çete hatin girtin û pêşî li gelek êrîşan hate girtin. Di vê çarçoveyê de, piştî şopandina teknîkî û fîzîkî ya demdirêj, hêzên me yên Yekîneyên Antî Teror di dîroka 1’ê Îlonê de li dijî şaneyek veşartî yê DAÎŞ'ê li herêma Dêra Zorê operasyonek pêk anîn. Di operasyona ku li dijî hejmarek serçeteyan pêk hat de berpirsê aboriya çeteyên li herêmê bi navê Mihemmed Remedan Eyd el-Tala’a hat girtin. Di operasyonê de her wekî din hejmarek ji çek, cebilxane, hinek dokumanên rêxistinî û mîqdarek pere hat desteserkirin.
Di encama operasyonê de;
2 çekên Mosin-Nagant
2 çekên AKS-74U
2 çekên nêçîrê
1 çeka PKM
1 Glock
Cilên leşkerî
2 telefon
1 çeka AK-47
Û hejmarek cebilxane hate desteserkirin.”