Rûsya li Îdlibê agirbesta yek alî îlan kir

Rûsyayê ragihand ku ji 31’ê Tebaxê ve li Îdlibê agirbesteke nû ragihand. Agirbesta beriya wê 3 rojan dom kir û bi ketina Han Şeyhûnê re bi dawî bûbû.

Navenda Lihevanîna Aliyan ya Rûsya a li Sûriyeyê ragihand ku li Îdlibê ji 31’ê Tebaxê ve wê pêvajoya agirberstekê destpê bike.

Di daxuyaniya hatî dayîn de hate gotin; “Li Îdlibê ji bo îstikrarê ji aliyê hêzên rejîma Sûriyeyê ve yek alî ji 31’ê Tebaxa 2019’an ji saet 06:00’an ve agirbest hate ragihandin.” Di dawiya daxuyaniyê de bang li komên çekdar hate kirin ku provakasyonan birevin û beşdarî pêvajoya îstikrarbûna herêmê bibin hate kirin.

Rejîma Sûriyeyê roja 2’ê Tebaxê li Îdlibê agirbest ragihandibû lê agirbest 3 rojan dom kir û 5’ê Tebaxê operasyon ji nû ve destpêkiribûn û 20’ê Tebaxê bi kontrolkirina Han Şeyhûnê re bi encam bûbû.