’Xakên xerîb ji me re nabin war’’

Dr. Şexmûs ku dema şer çûyî Ewropayê got, li wan deran debar nekiriye û dîsa vegeriyaya Qamişloyê û domand, ‘’Doktorên me yên ku çûne Ewropayê bila vegerin ser warê xwe, hewcehiya gelê me bi wan heye.’’

Dema şer ji Qamşlo gelek kes derketin û her wiha gelek kes lê vegeriyan jî. Dr. Deham Osman Şêxmûs jî dema şer ji Qamişlo derketiye û çûye Elmanyayê. Zor û zehmetî ji bo Şêxmûs û malbata wî li wir dest pê dikin. Osman Şêxmûs, Hevserokê Yekîtiya Dermanxaneyên Qamişlo got, ‘’Ji bo min çûyina Elmanyayê biryareke zor bû. Dema ku ez çûm gelek zehmetî min dîtin. Em di ser Tirkiyê re çûne Elmanyayê, ji bo ku em biçin alîkarî bi me re kirin.’’

Li wir me xwe xerîb didît, dikarim bibêjim, me xwe avête nav oqyanosê lê me bi soberiyê nizanîbû. Dema ku pê derdixistin ku em xerîb in bi çavekî dî li me dinerin. Dema ku min biryara vegerê standî mala min rojekê li vir, rojekê li wir, dermanxaneya min jî heba, min ê xizmet ji kê re bikira? Jiyana min mîna xeyalekê bû. Min got, tişta ku bi serê gelê min were, bila bi serê min jî were û min biryar li ser vegerê da. 2015’an ez çûm û 2017’an vegeriyam. Piştre zarokên min hatin û em li vir dijîn.’’

 ‘’BILA DOKTORÊN ME VEGERIN, HEWCEHIYA GELÊ ME BI WAN HEYE’

Dr. Deham Osman Şêxmûr bang li doktorên Rojava yên li Ewropayê kir û got, ‘’Vegerin ser xaka xwe, hewcehiya gelê me bi wan heye.  Banga min li gelê min e jî, nexasim jî mezinên malbatê, yên yixtiyar, vegerin. Jiyana vir ji ya Ewropa xweştir e. Ciwanên ku ji bo xwendinê çûne, bila bixwînin lê piştre dîsa vegerin’’ û got, ‘’Xakên xerîb  ti caran ji wan re nabe war, bilaa vê ji bîr nekin.’’

 ‘BÊRÎKIRINA LI WELÊT  PIR GIRAN BÛ’

Mihemmed Xêr Ramadan jî zêrkerekî Qamişlo ye û 2015’an biyarda dide ku biçe Danîmarkayê lê piştre biryara xwe diguherîne. Ramadan got, ‘’Bi fikra ku jiyana min wê xweştir be dema ku çûme Ewropayê kelecanî bûm. Meha pêşî em geriyan xweş bû,  lê kurê min got nikarî wiha bijî û divê bixebitî. Dema ku min li rengê xebata wir nerî, 8 saetan weke mekîneyan diviya bixetî me. Di vî temenî de xebata wiah ne li gorî min bû. Zarokê min li wir zanîngeh dixwendin. Bêrîka li xaka welêt, ji bo her mirovê ku temenê wan di ser 50’î re ye, pir giran e. Piştî ku min rewaş gelê min ê ku ev 20 sal in li wir in, min dît, min biryar li ser da ku vegerim ser xaka xwe.’’