Sefîrê DYE: Hindik maye ku em bi Talîbanan re li hev bikin

Li bajarê Doha yê Qatarê tûra 9’emîn a muzakereyan a di navbera DYE û Talîbanan de bi dawî bû. Sefîrê DYE Zalmay Halîlzade diyar kir ku hindik maye bi Talîbanan re li hev bikin.

Piştî muzakereyên li Doha yên di navbera DYE û Efganistanê de sefîrê DYE Zalmay Halîlzade ji aliyê Serokkomarê Efgan Eşreg Ganî ve li Kabîlê hate qebûlkirin.

Hevdîtin piştî eşkerekirina likevkirina di navbera DYE û Talîbanan de pêk hat.

Halîlzade roja Yekşemê li Dohayê li ser twîtterê peyamek parve kir û wiha got; “Bi armanca kêmkirina tundiyê û aştiyeke mayînde ya bi Efganan re hindik maye em li hev bikin.”

Tê payîn ku Halîlzade roja Duşemê (îro) bi gelek rayedarên Efgan re hevdîtinên xwe bidomîne. Heta niha hikûmet ji derveyî muzakereyên li Dohayê hatiye hiştin. Lê Talîban diyar dike ku hikumeta Efganistanê ‘kûklayeke’ Washîngtonê ye û muxatab nagire.

Muzakereyên xweser ên di navbera DYE û Talîbanê de sala borî dest pê kiribû. Rêveberiya Washîngtonê hewl dide 14 hezar leşkerên xwe yên li Efganistanê kêm bike.

Heke lihevkirin pêk were wê mudaxeleya DYE’yê ya 18 salan bi dawî bibe. Heyeta DYE’yê ji Talîbanê dixwaze agirbestê îlan bike û bi hikumeta Efganistanê re jî muzakereyên yekser bike.