Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karê ji nû ve avabûnê
QSD sîstema xwe ya parastinê li gelemperiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya meclîsên leşkerî de bi rêxistin dike.
QSD sîstema xwe ya parastinê li gelemperiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya meclîsên leşkerî de bi rêxistin dike.
Civîna Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser di 22’ê Hezîranê de lidar ket. Fermendarê giştî yê Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD), Mezlûm Ebdî di civînê de bernameya QSD’ê ya ji bo ji nûveavakirina sazumaniya QSD’ê ragihand da ku meclis qanûna erka xweparastinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê erê bike.
Wê demê Ebdî got: "Me sazumaniya QSD’ê ku ji 70 hezar şervan pêk tê ji nûve ava kir; 30 hezar şervan ji bo parastina sînor, 5 hezar şervanên hêzên taybet û yên din di nav focên QSD`ê de ne."
Li gorî nûçeya ANHA'yê, piştî daxuyaniyên fermendarê giştî yê QSD`ê, hêzê li gorî pêwîstiyên pêvajoyê ji destpêka meha Gulanê ve li piraniya bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê dest bi prosesa ji nûveavakirina sazumaniya QSD`ê kir. Da ku asta hêzê ya fikrî, siyasî û leşkerî pêş bikeve û refên xwe li gorî bernameyên kar ên pêşketî pêş bixe. Li ser wê dest bi pêvajoya avakirina meclisên leşkerî li gorî taybetmendiyên her herêmekê kir. Ev meclis herêmên xwe diparêzin û parastina herêmê ji QSD, YPG û YPJ`ê werdigirin. Ev biryar di nav biryarên civîna salê ya Meclisa Leşkerî ya QSD`ê de ku di 24`ê Tebaxê de li bajarê Hesekê li dar ket, hat standin.
Fermendarê QSD`ê Hesen Qamişlo ragihan ku ji nûveavakirina sazumaniya hêzê piştî tecrubeyên hêzê û pêngavên wê yên li dijî DAIŞ`ê di dirêjahiya salên borî de, hat. Her wiha da ku şaştiyên ku derketine werin derbaskirin, hêz ji aliyên fikrî, siyasî, leşkerî û rêxistinî ve were xurtkirin. Da ku her meclisek herêma xwe ji gefên derve û hundirîn biparêze û desteka hêzên din bike ji bo ku ewlehiya herêmê biparêzin.
AVAKIRINA MECLÎSÊN LEŞKERÎ LI GORÎ TAYBETMENDIYAN
Hesen Qamişlo destnîşan kir ku ev biryar li gorî pêwîstiyên pêvajoya heyî, xurtkirina pergala leşkerî ya her herêmekê li gorî taybetmendiya wê, da ku xwe li ser rêgeza mafê parastina rewa biparêzin, hat girtin. Her wiha derfetek ji ciwanên herêmê re peyda bibe da ku pergala xwe ya leşkerî di bin banê Hêzên Sûriye Demokratîk de bi rêxistin bikin.
Heta niha avakirina 12 meclisên leşkerî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine ragihandin; Meclisa Kobanê ya Leşkerî, Girê Spî, Tebqa, Reqa, Dêrazor, Şedadê, Hesekê, Til Birak, Til Temir, Serêkaniyê, Amûdê û Qamişlo. Ji her meclisekê re fermendariyek giştî ji endamên meclisê bi xwe hatin hilbijartin û ala wê ya taybet heye.
Fermendarê QSD`ê Hesen Qamişlo tekez dike ku prosesa avakirina meclisên leşkerî bi xwe pergaleke û dê li tevahiya bajar û navçeyên sereke yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk were. Hesen Qamişlo wiha domand: "Niha her herêmek amadekariya ragihandina meclisa xwe dike. Nûner û berpirsên xwe yên leşkerî hildibjêre da ku tevlî meclisa leşkerî ya giştî ya QSD û fermendariya giştî bibin."
Tê birbîrxistin ku QSD di 15` Cotmeha 2015`an de bi rêya kongereyek çapemeniyê ji hêla 13 kom, tabûr, yekîne û hêzên tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilat Sûriyê ji Kurd, Ereb, Suryan, Turkman, Çerkez û Aşûr hat avakirin.
Ji girîngtirîn armancên hêza ku pêngavên mezin li dijî çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Cizîr, Firat, Tebqa, Reqa û Dêrazorê bi rêve birin û di 21`ê Adarê de bi serkeftinê tacîdar bû, parastina rewa ye û parastina tevahiya pêkhat û kêmneteweyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî rêgezên neteweya demokratîk bê dûrxistina tu pêkhateyekê li ser hesabê pêkhateyek din, e.
Hêzên Koalîsyona Navdewletî piştgiriya QSD`ê di tevahiya pêngavan de kir ji ber ku QSD`ê li gorî rêgez û peyamanên navdewletî di nakokî û hemleyên li dijî terorê de şer kir.