Gefên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, piştî serdana Moskowayê ya bi rojeva Idlibê, bi gotina 'Em ê di nava du sê hefteyan de bikevin herêmê' ji nû ve dest bi gefan kir.
Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kiribû ku di navbera DYE û Tirkiyeyê de di hevdîtinên Enqereyê de yên di navbera 5-7'ê Tebaxê de hatin kirin, ji Serêkaniyê heta Girê Spî di hin mijaran de li hev hate kirin.
Biryar hatibû wergirtin ku li wê herêmê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) xwe ji kûrahiya pênc kîlometreyan vekişîne û çekên giran jî ji kûrahiya 14 kîlometreyî bên vekişandin û ewlehiya herêmê ji meclîsa leşkerî ya herêmê re bê hiştin.
Buroya Ewlekariyê ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 26'ê Tebaxê de der barê mijarê daxuyaniyek weşand û diyar kir, hêzên wan ji bo lihevkirinê gavên pêwîst avêtine.
Lê belê tevî vê yekê jî gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê didomin. Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî Mecîd Feyyaz mijar ji ANF Soranî re nirxand û diyar kir, ku QSD'ê xwe ji herêmê vekişandiye.
Feyyaz got, "Ewlekariya herêmê di destê meclîsa me de ye. Hêzên me li ser wezîfeya xwe ne û li hemû herêman serdest in."
Feyyaz destnîşan kir, ew dixwazin pirsgirêkan hemûyan bi rêya diyalog û siyasetê çareser bikin, lê belê eger êrîşek li dijî wan bê kirin amade ne ku xaka xwe û gelên xwe biparêzin.
Feyyaz got, "Li Girê Spî Kurd, Ereb, Ermen, Tirkmen bi hev re dijîn. Rêveberiyeke hevpar ava kirine. Em jî hêzên ewlekariya vê herêmê ne û em ê xaka xwe û gelên xwe biparêzin."