Li Dêra Zorê hucreyekî din a DAÎŞ’ê hate têk birin
Hêzên Ewlehiya Navxweyî ya Dêra Zorê li bajarokê Zîban hucreya DAÎŞ’ê têk bir.
Hêzên Ewlehiya Navxweyî ya Dêra Zorê li bajarokê Zîban hucreya DAÎŞ’ê têk bir.
Hêzên Ewlehiya Navxweyî ya Dêra Zorê li bajarokê Zîbanê operasyonek lidarxist û di operasyonê de hucreya DAÎŞ’ê ku ji 5 kesan pêk dihat têk bir.
Rayedarên Hêzên Ewlehiya Navxweyî diyar kirin ku piştî şopandina demekê operasyon hatiye lidarxistin û hate ragihandin ku ku erka vê şaneyê ew e ku destek û alîkariyê bide şaneyên li Dêra Zorê.
Li Dêra Zorê di operasyonên beriya niha de jî gelek hucreyên DAÎŞ’ê hatibûn têk birin.