Nûçeya Lezgîn: Li Îmraliyê hevdîtinên bi wesîleya cejnê

Êrîşên dagirkeran didome

Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ji duh ve êrîşî Zirgan-Ebû Rasina Serêkaniyê û Til Temirê dikin. Dagirkeran li vê derê derbên giran xwarin.

Ji duh ve di êrîşên dagirkeran de yên li Bab El Xêr û Ebû Diyabê ya Zirganê 38 çete hatin kuştin. 3 panzêrên dagirkeran û 11 wesayîtên leşkerî jî hatin îmhakirin.

Di çarçoveya hevdîtinên di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rûsyayê de hêzên girêdayî artêşa Sûriyeyê îro gihiştin herêmê. Dewleta Tirk bi SÎHA’yan êrîşî hêzên rejîma Sûriyeyê kirin.

Li ser xeta Bab El Xêrê 8 leşkerên rejîmê birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi tank, obus, çekên giran û SÎHA’yan êrîşî herêmê dikin. Hêzên QSD’ê jî di çarçoveya parastina rewa da bersivê didin dagirkeran.