Şêniyên Hesekê: Em ê xaka xwe ji dagirkeran re nehêlin
Şêniyên Hesekê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan û destnîşan kirin ku ji bilî QSD'ê ew ti hêzê naxwazin û diyar kirin, "Em ê xaka xwe ji dagirkeran re nehêlin."
Şêniyên Hesekê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan û destnîşan kirin ku ji bilî QSD'ê ew ti hêzê naxwazin û diyar kirin, "Em ê xaka xwe ji dagirkeran re nehêlin."
Şêniyên Hesekê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û meşiyan. Di meşê de endamên Kongreya Star, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, saziyên civîl û mamoste û xwendekar jî amade bûn.
Şêniyên Hesekê destnîşan kirin ku li dijî dagirkeran ew li gel şervanên QSD'ê ne.
'EM JI VÊ XAKÊ NE'
Ji şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Sozê Qamişlo li qada çalakiyê axivî û got, "Baş zanin ku em kî ne. Em zarokên vê xakê ne. Ji bo parastina vê xakê me bi hezaran şehîd dan. Bi pêşengiya jinên şoreşger hîn jî li Serêkaniyê berxwedaneke mezin heye."
Qamişlo diyar kir ku pêkhateyên herêmê li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin û got, "Ez her kesên ku tevî gelê Kurd li ber xwe didin û yên di vê oxirê de canê xwe feda kirine bi rêzdarî silav dikim."
Meş bi qîrîna dirûşmên ji bo berxwedan û yekîtiyê bi dawî bû.