Li Şehbayê ji bo şehîdan merasîm hate lidarxistin
Gelên li Efrîn û Şehbayê îro li Kampa Berxwedanê kom bûn û ji bo şehîdên berxwedana li Rojhilatê Firatê merasîmek li dar xistin.
Gelên li Efrîn û Şehbayê îro li Kampa Berxwedanê kom bûn û ji bo şehîdên berxwedana li Rojhilatê Firatê merasîmek li dar xistin.
Li Kampa Berxwedanê bi sedan ji gelê Efrîn û Şehbayê kom bûn û bi tevlîbûna endamên rêveberiya xweser û sazî û meclîsên herêma Şehbayê, ji bo 6 şehîdan merasîm li dar xistin.
Berî ku dest bi merasîman were kirin deqîqeyekê rêz hate girtin.
Di merasîmê de li ser navê malbatên şehîdan Xelîl Îso û li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Reşîd axivîn. Di axaftinan de hate gotin ku “Rastiya şehîdan û xwesteka şehîdan ev e ku, yan serkeftin yan serkeftin e. Şoreşa me şoreşa şehîdan e. Em ne aşiqên rijandina xwînê ne lê em ji bo azadiyê canê xwe feda dikin.”
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadatê ji aliyê endamên Komîteya Civaka Demokratîk hate xwendin û bi sloganên ‘Şehîd namirin’ merasîm bi dawî bû.