Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Cejna Qurbanê ya bê qurbanî li gelê me pîroz dikim

Xelkê Efrînê li Şehbayê êrîşên dewleta Tirk şermezar kir

Gelê Efrîn û Şehbayê li Navçeya Fafînê êrîşên dewleta Tirk bi meşekê şermezar kirin.

Bi tevlîbûna bi dehan ji endamên meclîs û saziyên navçeya Fafîne gel ji têketina Fafînê heta derketina wê meşiya.

Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de li ser navê Meclîsa Fafînê ya Efrînê, Îdrîs Şêxo axivî û got ku “Ev demeke dîrokî ye. Slogana me jî her tim serkeftin e. Ji ber vê îradeyê wê gelê azad her tim bi ser bikevin. Ji ber ku projeya me li ser esasê biratiya gelan e û projeya neteweya demokratîk e.  Lê îro dinyayê çavê xwe ji dagirkeriya Erdogan re girtiye.

Piştî ku axaftin bi dawî bû daxuyaniyek ji aliyê endamê meclîsa Fafînê ya Şehba Ezîze Beşar ve bi zimanê Erebî hate xwendin, di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate şermezarkirin.