Nûçeya Lezgîn: Li Îmraliyê hevdîtinên bi wesîleya cejnê

Dagirkeran derbên giran xwarin: Herî kêm 37 dagirker hatin kuştin

Hêzên dagirker ên Tirk ji şeva borî li herêma Serêkaniyê êrîşî gelek cihan dike. Hate diyarkirin ku li ser xeta Babil Xêr û Til Diyabê herî kêm 37 dagirker hatine kuştin, 3 panzêr hatine îmhakirin û derb li 11 wesayîtên leşkerî jî hatiye xistin.

Dewleta Tirk a dagirker, çeteyên El Kaîde û DAÎŞ’ê bi çekên giran êrîşî gundên Serêkaniyê dikin.

Êrîş bi obus, tank û doçkayan tê kirin û hêzên QSD’ê bersivên tund dide dagirkeran.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên QSD’ê hatine wergirtin, ji roja Şemiyê saet 22.00’an û vir ve dagirker êrîşî gundê Babil Xêrê dikin.

Di van şeran de roja Yekşemê heta nîvro 30 dagirker hatin kuştin, 3 panzêr û 2 jê doçka li ser 11 wesayîtên leşkerî hatin îmhakirin. Piştî nîvro jî şer domiya lê bîlançoyeke zelal bi dest neket.

Dagirkeran êrîşî gundê Til Diyabê jî kirin. Hate diyarkirin ku li vê derê jî 8 dagirker hatine kuştin.

Li gundên Um Îşbe û Dîrdara jî dewleta Tirk êrîşan dike. Li Îşbeyê sê wesayîtên ku doçka li ser bûn, hatin îmhakirin.