Gelê Dirbêsiyê: Xak rûmet e, em ê xaka xwe bernedin!
Gelê Dirbêsiyê goti ew ji êrîşên dagirkeriya Tirk natirsin, xak rûmet e û heta hilma dawî li ber xwe bidin..
Gelê Dirbêsiyê goti ew ji êrîşên dagirkeriya Tirk natirsin, xak rûmet e û heta hilma dawî li ber xwe bidin..
Gelê Dirbêsiyê: Xak rûmet e, em ê xaka xwe bernedin!
Gelê Dirbêsiyê goti ew ji êrîşên dagirkeriya Tirk natirsin, xak rûmet e û heta hilma dawî li ber xwe bidin..
AXÎN TOLHILDAN
Mehmûd Şêx Hesen ê ji Dirbêsiyê got gelê Kurd ji pêvajoyeke giran derbas bibe, di vê pêvajoyê de ji derve gelek destek ji bo wan hene, Kurd li bara Erdogan têk neçûne û diyar kir ispata wê jî ew e ku li dijî wan çekên qedexekirî fosfat bi kar anîne. Hesen her wiha diyar kir ew ê bi hêza hevpar a gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi ser bikevin û got her çendî şehîd dabin jî aliyekî baş ê piştî êrîşên Erdogan Kurdan nîşan da ku ew yek in. Hesen got, ''Em ê li gel YPG-YPJ ku ji zarokên me pêk tê bi ser bikevin.''
EM XAKA XWE BERNEDAN
Îsra Ferhan ku dayikeke ji Dirbêsiyê ye, bang li Erdogan kir û got, ''Em ji te, ji tang û topên te natirsin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ser rêya şehîdên xwe bin. Em bi lîlandinan şehîdên xwe vedişêrin. Erdogan û çeteyên wî çi ji me dixwazin û malên me talan dikn. Weke ku em li Serêkaniyê dibînin li talana mal û milkên me didin, dixwazin em ku em şûnwarên xwe berdin. Em dayik li pişt zarokên xwe yê şervan in û em bi wan bawer in. Îro jî em hatine ku ciwanên xwe ku berevaniyê li xaka xwe dikin bi rê bikin, em soz didin ku xaka xwe bernedin û em ê li ber xwe bidin.''
EM HAZIR IN KU DI BER RÛMETÊ DE XWÎNA XWE BIRIJÎNIN
Endamê PDKS'ê Ibrahîm Elî Huso jî got, ''Em di vî şerî de hem li ber xwe didin û hem jî şehîdên xwe bi rê dikin. Xwîna şehîdên me wê li erdê nemîne. Niha em her tiştî ji bo xaka xwe dikin. Ev xaka rûmeta me ye û em hazir in ku ji bo xaka xwe xwîna xwe birijînin. Em bang li hemû dewletan dikin û dibêjin; dixwazin qira Kurdan bînin, bila êdî ev qêrîna me were bihistîn.''
EM Ê HETA HILMA XWE YA DAWÎ LI BER XWE BIDIN
Ferhed Cemîl Hemî ku li Dirbêsiyê di nav hêzên xweparastinê de ye, got, ew pê şanaz in ku berevaniyê li xaka xwe dikin û domand, ''Em li vir berevaniyê li gel û xaka xwe dikin. Em li şehîdên xwe xwedî derkevin û em ê dev ji van xakan neqerin. Em xak a me ye û em xwediyên rastîn ê van xakan dev ji xaka xwe naqerin. Em gelê sivîl in, ne leşker in lê heta hilma xwe ya dawî em ê li ber xwe bidin. Bila hîç Erdogan di ber dilê xwe re nebe ku em xaka xwe berdin, em ji tang û topên wî netirsiyane û em ê netirsin. Me serê xwe berjêr nekir û em ê li van xakan bijîn. Bila hemû cîhan bibihîse dewleta Tirk dixwaze qira Kurdan bîne. Êdî bila çavê xwe negirin û li dijî vê zilmê ji dengê me re bibin deng.''