Gelo Qardaş ê bibe serçeteyê DAÎŞ'ê li Îdlibê ye?

Qardaş ê ku ji aliyê Ebû Bekir Bexdadî ve di Tebaxê de weke 'xelîfe' hate destnîşankirin, herî dawî li Îdlibê hate wezîfedarkirin. Tê gotin ku ew jî li Îdlibê yan jî deverên din ên di kontrola Tirkiyeyê de ye.

Piştî ku 'xelîfeyê' çeteyên DAÎŞ'ê Ebû Bekir Bexdadî bi operasyona hevpar a DYE û QSD'ê hate kuştin, tê payin ku Abdullah Qardaş ku Tirkmenê Telefar ê Iraqê ye bikeve şûna wî û bibe serkêşê DAÎŞ'ê.

Qardaş di navbera salên 2007 û 2011'an de li girtîgeha Bucca ya di kontrola DYE'yê de ya li Irqê tevî Ebû Bekir Bexdadî û Ebû Mûhammed Adnanî (Taha Sûbhî Fellaha) û payebilindên din ên DAÎŞ'ê ma û ji ber ku ji qebîleya Kûreyşe piştî mirina Adnanî kesê herî nêz ê 'xelîfetiyê' yê Bexdadî bû.

Bexdadî di Tebaxa 2019'an de Qardaş ê ku navê Haci Abdulalh li xwe kiriye weke 'xelîfe' destnîşan kir. Piştî vê yekê DYE'yê ji bo tespîtkirina cihê Qardaş û 4 DAÎŞ'iyên 'payebilind' 5 milyon dolar xelat destnîşan kir. Qardaş ku navê wî yê rastî Emir Muhammed Said Abdul-Rahman al-Mevla ye, li gorî pîvanên DAÎŞ'ê piştî mirina 'xelîfe' Ebû Bekir Bexdadî li gorî wesiyat wî divê bikeve şûna wî û bibe 'xelîfe'.

Me lêkolîn kir ku Qardaş kî ye, li nava DAÎŞ'ê çi dikir û DAÎŞ'iyên 'payebilind' ên girtî jî agahiyên hatin bidestxistin pişrast kirin.

LI GIRTÎGEHA BUCCA MA

Qardaş di sala 1976'an de li bajarê Til Afar ê Mûsilê ji dayik bû. Bi eslê xwe Tirkmene, li Zanîngeha Mûsilê beşa îlahiyatê xwend. Di sala 2007'an de tevlî 'Dewleta Îslamê ya Iraqê' bû û karê şerî di nava wê rêxistinê de kir. Heman salê bi hinceta endametiya El Qaîdeyê ji aliyê DYE'yê ve hate girtin. Li Girtîgeha Bucca ya Iraqê ku di kontrola DYE'yê de bû û weke devera avabûna DAÎŞ'ê tê pênasekirin tevî Ebû Bekir Bexdadî û Ebû Adnanî û yên mîna wan ma.

KARÊ ŞERÎ KIR

Qardaş di sala 2011'an de ji Girtîgeha Bucca derket û li wîlayeta El Şîmal tevî Emîr Ebû Mûtez Kûreyşî ku ji karên şerî berpirsyar bû kar kir. Piştî ku Mûsil di sala 2014'an de ji aliyê DAÎŞ'ê ve hate dagirkirin wezîfeya Emîr Ebû Matezs Kûreyşî jî bilind bû. Ebû Mûtez Kûreyşî bû berpirsyarê qada îdeolojîk a DAÎŞ'ê ya Iraqê. Ew jî bû alîkarê Kûreyşî.

JI HER DU LINGÊN XWE SEQET IN

Di sala 2015'an de li Mûsilê bû hedefa balafirên şer ên bêmirov ên DYE'yê û ji lingê xwe yê çepê birîndar bû. Li Mûsilê tedawî bû û ji nû ve 'dest bi wezîfeyê' kir. Di dawiya sala 2015'an de li pişt Ebû Mûtez El Kûreyşî careke din bÛ hedef û lingê wî yê rastê ji çongê ve qut bû. Li nexweşxaneya Mûsilê ji nû ve tedawî bû û protezek jê re amade kirin. Piştî ku tedawiya wî bi dawî bû bû alîkarê berpirsyarê qada îdeolojîk ê li nava Şûra Leşkerî ya Bilind a Iraqê.

BI FERMANA TAYBET A BEXDADÎ HATE RIZGARKIRIN

DAÎŞ'iyekî 'payebilind' ê di destê QSD'ê de girtî ye û nexwest navê xwe eşkere bike anî ziman ku Ebû Bekir Bexdadî gelekî ji Qardaş hez dikir û bi fermana taybet a Bexdadî ji Mûsil a dorpêçkirî hate derxistin. Li gorî agahiyên ku ji aliyê DAÎŞ'î ve hate ragihandin piştî ku artêşa Iraqê Mûsil dorpêç kir piştî 7 rojan bi fermana taybet a Ebû Bekir Bexdadî ji Mûsilê hate derxistin û ew birin qada El Bûkemal a Dêra Zorê. Di vê demê de tevlî karê Sûriyeyê yê rêveberiya DAÎŞ'ê bû.

'DI DAWIYA SALA 2016'AN DE KETE ROJEVÊ'

Li gorî agahiyên ku heman serçete ragihand, di dawiya meha Tebaxê ya 2017'an de rêveberiya sereke ya DAÎŞ'ê ya Iraqê û ya Sûriyeyê bûn yek û Qardaş weke emîr ji bo Lijne Muvafada hate wezîfedarkirin. Îlyas Aydin bi navê li xwe kir Ebû Bekir Tûrkî ku yek ji berpirsyarên qada îdeolojîk a DAÎŞ'ê yê li Sûriyeyê bû Û niha di destê QSD'ê de girtî ye dibêje, Qardaş ji ber ku ji qebîleya Kûreyşe, temenê xwe heye û di nava çeteyan de yê berê ye, her wiha tevî rêveberên payebilind ên DAÎŞ'ê li girtîgeha Bucca ma yekî ku pê piştrast bin.

Îlyas Aydin anî ziman ku Bexdadî di navbera salên 2015-2016'an de Ebû Mûhammed Adnanî weke 'xelîfe' destnîşan kir, lê belê piştî ku Adnanî di Tebaxa 2016'an de hate kuştin ji bo xelîfetiya Bexdadî herî zêde Qardaş dihate axaftin.

'JI BER KU JI QEBÎLEYA KÛREYŞÊ YE...'

Piştî ku DAÎŞ'ê di navbera salên 2018-2019'an de herêma dawî ya di destê xwe de ji dest winda kir nakokî û şerê navxweyî yê li nava çeteyan mezintir bû. Li gorî agahiyên gihîştin ber destê me Bexdadî di Tebaxa 2019'an de Qardaş kiriye 'xelîfe'. Çete Îlyas Aydin bi bîr xist ku Qardaş ji Qebîleya Kûreyşe û got, "Di dema sahaba de dema ku xak hate fetihkirin zewac bi jinên li van deveran re pêk hat. Bi vî rengî qebîleya Kûreyşê belav bû. Li gorî Îslamê nîjadê qebîleya Kûreyşê nîjada serdeste. Lİ dinyayê du kes tenê jî bimîne wê teqez xelîfe ji qebîleya Kûreyşê be."

XENÎMETÊ ŞER, KOLEYÊN JIN

DAÎŞ'iyên di destê QSD'ê de girtîne diyar dikin ku Qardaş yekî sakîne, biryaran zû bi zû wernagire, agahiyên xwe yên olî hene lê belê yên leşkerî nîne. Li gorî agahiyan Qardaş jî sîstema qirkirina jinê û sîstema destavêtinê ya DAÎŞ'ê bi her rengî pêk tîne. Qardaş ku bi gelek jinan re zewiciye tê gotin ku gelek jin ên koleyên wî hene ku ji herêmên cuda hatine revandin.

QARDAŞ JÎ LI ÎDLIBÊ BÛ

Tê gotin ku birayekî Qardaş di nava Eniya Tirkmen a Iraqê de bû û dema ku Qardaş li girtîgeha Bucca bû ji aliyê 'Dewleta Îslamê ya Iraqê' hate kuştin. DAÎŞ'iyekî ku nexwest navê xwe eşkere bike diyar kir ku birayekî Qardaş Adil Mûhammed Seyîd jî li nava Eniya Tirkmen a Iraqê ye û niha li Tirkiyeyê ye.

Li gorî agahiyên ku vî çeteyî ragihand Qardaş heta destpêka sala 2018'an li gundê Hîranîç ê herêma Dêra Zorê bû. Piştre DAÎŞ'ê ew şand Îdlibê. Tê texmînkirin ku Qardaş hîn li Îdlibê yan jî herêmên Cerablûs, Bab, Ezaz ên di kontrola dewleta Tirk de ne.