Dagirkeran dîsa êrîş anîn, li 3 gundan şerê giran
Dewleta Tirk û komên wan ên çete êrîşên giran birin ser gelek gundên Serêkaniyê.
Dewleta Tirk û komên wan ên çete êrîşên giran birin ser gelek gundên Serêkaniyê.
Li gel agirbestê jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker didomin. Ji sibehê ve dewleta Tirk û çeteyên wan êrîşên bi çekên giran dibine ser gelek gundên Serêkaniyê.
Dewleta Tirk û çeteyên wan êrîş birin ser gundê Babil Xêr, Um Işbe Û Dîrdara.
Şervanên QSD'ê li gundê Işbê sê wesayitên doçkayê yên dagirkeran rûxandin. Êrîşa dagirkeriyê ya li ser gundê Dîrdara ji hêla şervanên QSD'ê ve hate şikandin û wesayiteke bi tîpa BMB ya artêşa Tirk hate rûxandin. Hate gotin li her sê gundan jî şer didome.