Li Zirganê herî kêm 22 çete hatin kuştin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan êrîşî Zirganê kirin. Hêzên QSD'ê bersiv dan êrîşê û di şer de herî kêm 22 çete hatin kuştin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan êrîşî Zirganê kirin. Hêzên QSD'ê bersiv dan êrîşê û di şer de herî kêm 22 çete hatin kuştin.
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe doh bi şev bi çekên giran û balafirên şer êrîşî navçeya Zirganê ya Serêkaniyê kirin. Şervanên QSD'ê bi çarçoveya parastina rewa bersiv dan êrîşan. Di şer de herî kêm 22 çete hatin kuştin û 5 wesayitên dagirkeran ketin destê şervanan. Şervanên QSD'ê her wiha derb li panzereke dagirkeran xistin.
Şervanên QSD'ê her wiha li gundê Haci Cemal ê Zirganê wesayiteke zirxî ya dagirkeran rûxandin.