Dewleta Tirk êrîşî du gundan kir, şer diqewime
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe yên DAÎŞ'ê û El Nûsrayê êrîşî du gundên Serêkaniyê kirin. Dagirkeran derbeke giran ji berxwedanê xwarin.
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe yên DAÎŞ'ê û El Nûsrayê êrîşî du gundên Serêkaniyê kirin. Dagirkeran derbeke giran ji berxwedanê xwarin.
Li gorî agahiyan, dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran êrîşî gundê Til Dyabê kirin. Şervanên QSD'ê bersiv dan êrîşê û şer qewimî. Di encamê de wesayiteke dagirkeran a ku çeka doçka li ser bû û wesayiteke leşkerî tevî dagirkerên tê de hatin rûxandin.
Artêşa dagirker tevî komên xwe yên çete bi obus û tankan êrîşî gundê Babîl Xêr kirin. QSD'ê û artêşa Sûriyeyê ku sibehê gihîşt gund bersiv dan êrîşê. Tê gotin ku li herêmê şer diqewime.