QSD’ê derbarê kuştina Bagdadî daxuyanî da
Fermandariya Giştî ya QSD’ê diyar kir ku Serokê DAÎŞ’ê Ebûbekir El Bagdadî bi operasyona hevpar a DYE û QSD’ê li nêzî baregeha leşkerî ya Tirkan hatiye kuştin.

Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Bi operasyona hevkar a QSD û artêşa DYE’yê ya 5 mehan serokê DAÎŞ’ê Ebûbekir El Bagdadî li gundê Barîşa yê li bakurê Îdlîbê nêzî baregeha leşkerî ya Tirk hate kuştin. Ev serfirazî bi saya hevkariya xurt a QSD û DYE’yê hate bidestxistin. Her du aliyan amadekariyên operasyonê bi hev re şopandin.
Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ev operasyon bi mehekê hate taloqkirin. Ev operasyona ji bo tolhildana jinên Êzidî yên hatine revandin û ji bo tolhildana qetlîamên Kobanê, Şengal, Xabûr, Nînowa, Kerkuk, Xanegîn û Mexmûrê hatiye lidarxistin.
Îstîxbarata me ya leşkerî tespît kiribû ku El Bagdadî li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne. Piştî azadkirina Baxozê buroya me ya çapemeniyê li ser meseleyê tişt belav kiribû.
Em dixwazin ji hemû cîhanê re bibêjin bi destê dewleta Tirk a dagirker çeteyên DAÎŞ’ê dîsa dikevin Serê Kaniyê û Girê Spî. Ev li ser herêm û dinyayê gefeke mezin e. Me berê jî diyar kiribû ku rêveberên DAÎŞ’ê derbasî Îdlîb û Efrînê bûne ya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne.
Em spasiyên xwe li hemû hêzan dikin ku ên ku di vê operasyona dîrokî de cih girtine. Xebatên me yên hevpar ên bi Koalîsyona Navneteweyî jî didome. Operasyonên me yên li dijî rêveberên DAÎŞ’ê jî didome.”