Şêniyên Serêkaniyê: Çareserî yekîtî ye

Bi deh hezaran kesên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar man ji Serêkaniyê koçber bibin, li Hesekê û bajarên derdora wê di nava şert û mercên giran de ne.

Şêniyên Serêkaniyê yên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar man ji cih û warê xwe bimînin diyar kirin ku ew ê ti carî dest ji warê xwe bernedin.

Bi deh hezaran mirovên ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji Serêkaniyê neçar man koç bikin Hesekê li dibistanên li bajêr dimînin.

Ji şêniyên Serêkaniyê Mihemed Hemed got, „Dema ku êrîşan dest pê kirin em hatin bajarokê Zirganê. Piştre ji ber ku şer giran bû em çûn Til Temirê û ji wir jî neçar man ku bên Hesekê. Ji ber êrîşan me timî cihê xwe guhertin. Dema ku em hatin Hesekê xwişk û birayên me yên Ermen deriyê mala xwe li me vekirin.“

‚DIVÊ EM BIBIN YEK Û ÊRÎŞAN RAWESTÎNIN‘

Hemed destnîşan kir ku êrîşên dagirkeriyê bi yekîtiyê dikarin bên têkbirin û anî ziman, li dijî êrîşên dagirkeriyê ji bilî yekîtiyê ti çareya Kurdan nîne. Hemed got, „Divê em bibin yek û li dijî êrîşan berxwedaneke mezin bikin. Divê Kurdên li Kurdistanê û Ewropayê rabin ser piyan û bi hev re li dijî êrîşan têbikoşin. Divê em yekîtiya neteweyî ya Kurdan biafirînin û li ber van êrîşan rawestin.“

DEWLETA TIRK ÊRÎŞÎ KURDAYETIYÊ DIKE

Hemed bi bîr xist ku ji ber êrîşên dewleta Tirk her roj sivîl tên qetilkirin û got, „Rewş her nebaş dibe. Divê raya giştî ya navneteweyî li dijî vê dengê xwe bilind bike. Dewleta Tirk êrîşî Kurdayetiyê dike. Dixwaze Kurdan qetil bike. Dixwaze Kurd, Ermen, Xiristiyanan qetil bike. Divê em êdî li ber van êrîşan rawestin. Em dixwazin li xaka xwe vegerin.“

‚XAKA ME Û MILKÊN ME DAGIR KIRIN‘

Ehmed Mihemed Seyîd jî diya rkir ku xaka wan, malên wan hatine talankirin û dagirkirin û got, „Em li dibistanan dimînin. Zivistan tê û eger em ji vir derkevin em ê çi bikin? Ez gihîştime 70 salî ji niha û pê ve ji xaka xwe biçim ez ê çi bikim?“

‚LI PIŞT ÊRÎŞAN DYE HEYE‘

Ehmed Mihemed anî ziman ku li pişt êrîşên dewleta Tirk DYE heye û got, „Emerîkayê çend balafirên keşfê li herêmê firand. Bi dewleta Tirk re li dewriyeyê geriya. Piştî van hemûyan êrîş hatin kirin. Yê ku ev dagirkerî kir DYE ye. Emerîka hevparê van êrîşane.“

Semîre Mihemed jî anî ziman ku ji ber êrîşan ew ji neçarî hatine Hesekê, li dibistanê dimînin û got, „Li dibistanekê 50 malbat dimînin, em nikarin pêwîstiyên xwe yên bingehîn jî peyda bikin. Em nikarin zarokên xwe xwedî bikin. Di nava pirsgirêkên giran de ne.“