Tecrîda li ser Îmraliyê û êrîş hatin protestokirin

Şêniyên Dêrik û Amûdê, tecrîda li ser Îmraliyê û êrîşên qirker protesto kirin.

Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê û gundên wê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û her wiha ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar xist.

Endamên sazî, meclisên sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan, nûnerên partiyên siyasî, endamên Kongra Star û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan beşdarî meşê bûn.

Meşê ji Qada Azadî dest pê kir û li sûka navendî veguherî mîtîngê. Li wir, piştî rêzgirtinê endama rêveberiya Kongra Star a Dêrikê Binefş Ebdo axivî. Binefş Ebdo tecrîda giran a li dijî Rêber Abdullah Ocalan, her wiha êrişên li dijî herêmê şermezar kir û got “Em ê heta pêkanîna serkeftinê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dev ji berxwedan û têkoşînê bernedin.”

AMÛDÊ

Şêniyên navçeya Amûdê û gundên wê jî meşek li dar xist. Meşê ji Çerxerêya Jin Azad a li rojhilatê navçeyê dest pê kir û pêkhateyên navçeyê yên Kurd, Ereb, Suryan û nûnerên meclis û saziyan beşdar bûn.

Meş li pêşiya avahiya Şaredariya Gel veguherî mitîngê. Li wir, hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê Yusra Nayif axivî. Yusra berxwedana Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê silav kir û tecrîd şermezar kir.

Yusra Nayif anî ziman ku bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan, gelên herêmê hişyar bûn û li hember siyasetên qirkirinê yên sîstema kapîtalîst li ber xwe dan û wiha dom kir: “Bi saya fikrên Rêber Ocalan, gel bû xwedî doz û destkeftî. Yek ji wan destkeftiyan jî Rêveberiya Xweser e ku di rêya misogerkirina mafên gelên herêmê de gavên mezin diavêje.”

Yusra di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê xwedî li Rêber Abdullah Ocalan were derketin û têkoşîna li hember tecrîd, qirkirin û êşkenceyê bidome.