Li Hesekê û Dêrazorê êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li kampan dijîn û Meclîsa Sivîl a Dêrazorê, bi daxuyaniyan êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kirin.

Koçberên Serêkaniya dagirkirî û niştecihên kampên Waşokanî û Serêkaniyê û koçberên navçeya Erîşe ya Kantona Hesekê bi daxuyaniyeke hevbeş êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Daxuyanî li Kampa Waşokanî ji aliyê endama Komîteya Tenduristiyê ya kampê Xewle El Salim ve, li Kampa Erîşe ji aliyê rêveberê kampê Casim Seîd ve hat xwendin.

Daxuyaniyê bal kişand bi ser hêzên dewleta Tirk a dagirker ên di xaka Sûriyeyê de û hat gotin: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku hêzên niştîmanî yên li dijî planên mêtingeriyê têk bibe û êdî divê hemû aliyên Sûriyeyê nas bikin ku armanc ji lewazkirina hêzên me dagirkirina deverên dîtir ên xaka Sûriyeyê û kontrolkirina biryara siyasî ya dema niha û dema pêş e."

Daxuyaniyê destnîşan kir ku ev êrîş nîşan didin ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze tevlêheviyê li herêmê çêbike û metirsiyê dide ewlehiya navneteweyî û got: "Dewleta Tirk bi van êrişan, qanûnên navneteweyî yên rewa û serdestiya dewletan, ewlehî û aştiya navneteweyî bin pê dike. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) wê ji her demê bêhtir pabendî parastina herêmê û hemû pêkhateyên wê û misogerkirina pêşerojeke ewle ya herêmê bin."

DÊRAZOR

Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina kargehên sivîl şermezar kirin.

Bi dehan şêniyên rojavayê Dêrazorê, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî ji bo dayîna daxuyaniyê li pêşiya Meclîsa Sivîl a Seba Kîlo kom bûn. Hevseroka meclîsê Fatme El Merwan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrîş û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku ev êrîş ji gelek salan ve li ber çavê cîhanê didomin. Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku bêdengiya hêzên navneteweyî tê wateya erêkirin û rewakirina êrîşan û koçberkirina xelkê herêmê ye. 

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mirovî hat kirin ku van binpêkirinan rawestînin.

Her wiha di daxuyaniyê de hedefgirtina sazî û navendên sivîl nexasim nexweşxaneya Til Rifetê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ku di encamê de kadroyên tenduristiyê şehîd û birîndar bûn, hat şermezarkirin.