Jinên Tebqayê: Em ji şerê gel ê şoreşgerî re amade ne
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Tebqayê bi meşek girseyî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Rojava şermezar kirin û gotin: “Em ji şerê gel ê şoreşgerî re amade ne.”
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Tebqayê bi meşek girseyî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Rojava şermezar kirin û gotin: “Em ji şerê gel ê şoreşgerî re amade ne.”
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Tebqayê bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî, serbixe azadî” meşek bi meşaleyî li dar xistin. Di meşê de bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, meclîsên leşkerî, partiyên siyasî, tevgerên ciwanan û nivîsgeh û komîteyên jinan ên Tebqayê beşdar bûn.
Li vir, bi navê Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê daxuyaniyek hat dayîn, daxuyanî ji aliyê rêveber Aye El Silêman ve hat xwendin. El Silêmanî anî ziman ku hîn jî dewleta Tirk a dagirker bê ku tu hêzên navneteweyî wê rawestînin, êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.
El Silêman destnîşan kir ku hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên vejandina dewleta Osmanî bi saya fedakariya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li herêmê û li çiyayan têk çûn.
Di daxuyaniyê de soza domandina rêya şehîdan heta rizgakirina xakê û azadkirina gel ji bindestiyê hat dayîn, her siyaseta tecrîdê û ya cezayên dîsplînî ya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dide meşandin û bêdengiya rêxistin û hêzên navneteweyî ya li hember van kiryaran hatin şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelê herêmê dê tu carî serî li hember dijmin netewîne û ku ew ê xwedî li projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gel amade ye asta têkoşîna xwe li gor şerê gel ê şoreşgerî li hember kiryar û komployên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind bike.