Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê û saziya şer a bi navê Desteya Ewlekariyê ya Milî (MGK) 30'ê Cotmeha 2014'an li Enqereyê li hev kom bû û li dijî Kurd û Kurdistanê bi navê 'Plana Têkbirinê' konsepteke nû ya komkujî û kaosê xiste meriyetê ku ji ya salên 1990'î gelekî girantir bû. Di encama vê konseptê de ku 24'ê Tîrmeha 2015'an bi bombekirina Qendîlê ya bi balafirên şer destpê kir û hîn jî dewam dike, bi hezaran Kurdistanî hatin qetilkirin.
Hikumeta Enqereyê ku di dema êrîşa DAÎŞ'ê ya li ser Kobanê de polîtîkayeke dualî dimeşand, li aliyekî bi rayedarên Şoreşa Rojava re hevdîtin dikir, li aliyê din jî ji bo qetilkirina Kurdan lojîstîk û cebilxane dida çeteyên DAÎŞ'ê, rê dida çeteyan ji bo ji sînor derbas bibin. Piştî ku Kurdan bi rengekî dîrokî DAÎŞ têk birin, êdî dewleta Tirk bi xwe kete dewrê.
ÊRÎŞA 'TOLHILDANÊ' YA LI SER QEREÇOXÊ
Piştî ku hêzên parastinê yên Rojava li dijî DAÎŞ'ê bi rengekî serketî bi pêş ve çûn, dewleta Tirk a ji vê yekê aciz bûyî, di dema operasyona rizgarkirina Tebqayê de 25'ê Nîsana 2017'an serê sibehê êrîş bir ser Çiyayê Qereçoxê yê herêma Dêrikê ku sê parçeyên Kurdistanê digihîne hev. Êrîş bi 26 balafirên şer li dijî navenda çapemeniyê û biryargeha Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hate kirin. Di encamê de 20 şervanên YPG'ê û kedkarên çapemeniyê şehîd bûn, 18 jî birîndar bûn.
ÊRÎŞÊN LI SER EFRÎN Û SERÊKANIYÊ
Hikumeta Enqereyê li dijî hewldanên Kurdan ên ji bo statuyê, dest bi pêleke nû ya operasyonê kir. Di demekê de ku hêzên YPG û YPJ'ê li Dêrazorê li dijî DAÎŞ'ê operasyon dikirin, dest bi gefa dagirkirina Efrînê kir û 20'ê Çileya 2018'an bi navê 'Tevgera Şaxê Zeytûnê' dest bi êrîşa dagirkirinê kir. Bi 72 balafirên şer bi şev û roj bombe li Efrînê barand û vê êrîşê 68 rojan dewam kir.
Piştî ku keleha dawî ya DAÎŞ'ê Baxoz jî hate têkbirin, vê carê pêvajoyeke nû ya êrîşên berfireh destpê kir. Hikumeta Enqereyê bi bahaneya 'ewlekariya sînor' di 9'ê Cotmeha 2019'an de li dijî Serêkaniyê û Girê Spî bi navê 'Kaniya Aştiyê' dest bi şerekî nû kir.
GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ Û XALÎKIRINA JI KURDAN
Desthilatdariya AKP-MHP'ê ji bo xaka Rojava ya dagir kiriye bixe nava sînorên Mîsakî Mîllî, destpêkê mirovên li wan herêman qetil kir, an jî ji cih û warên wan kir. Li herêmên ku nêzî milyonek kes jê koçber kir, çeteyên ji Tirkmenistan, Kirgizistanê û ji herêmên cuda tevî malbatên wan bi cih kir. Navê kolan, tax û gundan guhert, saziyên Tirk lê vekir, zimanê perwedeyê kir Tirkî, kir ku lîreyê Tirk bê bikaranîn.
AMBARGO Û DORPÊÇKIRIN
Li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku nêzî 5 milyon mirov lê dimînin, êrîşeke din jî bi ambargo û polîtîkayên dorpêçkirinê hate kirin. Deriyê Sînor ê Til Koçerê ku deriyê herî mezin ê navbera Rojava û Iraqê ye û alîkariya mirovî ya ji bo herêmê ji vê derê tê, di destpêka sala 2020'î de di civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de piştî vetoya Rûsya û Çînê hate girtin. Deriyê Sînor ê Sêmalkayê ku di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ye, ji aliyê PDK'ê ve timî tê girtin, ku PDK li Başûrê Kurdistanê nûnertiyê ji MÎT'ê re dike. Rewşa deriyên sînor ên li aliyê rejîmê jî bi heman rengî ye. Rejîma Sûriyeyê bi taybetî nahêle malzemeyên xwarinê bigihîne mirovên li herêmên Şehba, Helebê, bi taybetî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê.
Bi polîtîkaya ambargo û dorpêçkirinê ku pêlek ji 'Plana Têkbirinê' ya desthilatdariya AKP-MHP'ê ye, hewl tê dayin ku Şoreşa Rojava bê fetisandin.
Sibe: 'Plana Têkbirinê' ya Enqereyê ya li ser Rojava - 2 Êrîşên bi balafirên bêmirov ên bi rêk û pêk