Ferhat Şiblî li Reqayê hat bibîranîn

Rêveberiya Xweser bi merasîmekê Ferhad Şiblî di salvegera 1'emîn a şehadeta wî de bi bîr anî.

Di salvegera 1'emîn a şehadeta Ferhad Şiblî de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê merasîma bîranîna şehîd Ferhad Şiblî li hola Mişwar a Reqayê li dar xist. Di merasîmê de hevseroketiya Meclîsa Rêveber, endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî, rûspî û serokeşîrên Reqayê û malbata şehîd Ferhad Şiblî beşdar bûn.

Hevserokê Meclîsa Rêveber Hisên Osman bi navê meclîsê axivî û got: “Em îro yek ji damezirînerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr tînin. Ew jî şehîd Ferhad Şiblî ye ku ji bo pêkanîna pêşerojeke baştir li herêmê hêvî di hemû pêkhateyan de çand."

Osman diyar kir ku Ferhad Şiblî di karê saziyan de pêşeng bû û ji hemû cîhanê re piştrast kir ku neteweya demokratîk û biratiya gelan bingeha avakirina Sûriyeya pêşerojê ne.

Osman soza şopandina rêya Ferhad Şiblî heta pêkanîna serkeftinê da.

Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fatme Behbûh jî axivî û got: "Di serî de em hemû şehîdên xwe yên nemir bi bîr tînin. Şehîd Ferhad Şiblî nimûneya berxwedana li hember dagirkerî û terorê û sembola fedakariyê bû."

Piştî axaftinan, Rêveberiya Xweser, Meclîsa Sivîl a Reqayê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk malbata şehîd xelat kirin û sînevîzyonek li ser jiyana wî hat pêşandan.

Di dawiya merasîmê de beşdaran berê xwe da gundê Kesrat ê başûrê Reqayê û kevirê bingehîn ê akademiya şehîd Ferhad Şiblî ku dê li gundê Kesrat bê avakirin, danî.