Kongra Star: Dewleta Tirk dixwaze hêzên mîna DAÎŞ’ê hikum li herêmê bikin
Kongra Star, êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Qamişloyê de şermezar kirin û bang li hemû jinan û civakê kir ku li şoreşê û şehîdan bibin xwedî.
Kongra Star, êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Qamişloyê de şermezar kirin û bang li hemû jinan û civakê kir ku li şoreşê û şehîdan bibin xwedî.
Koordînasyona Kongra Starê, têkildarê êrîşa êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Tirbespiyê-Qamişloyê ku Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş û alîkara wê Leyman Şiwêş û ajokar Firat bûn şehîd, daxuyaniyeke nivîskî da.
Kongra Star îşaret pê kir ku xisûmeta dewleta Tirk a berpêyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê naqede, tim sivîlan ji xwe re dike armanc û destnîşan kir ku Erdogan dixwaze li şûna pergala demokratîk DAÎŞ hikum li herêmê bike.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin: “Tehemula dewleta Tirk a faşîst ji pergala demokratîk re ku jin pêşengtiya wê dikin nîn e. Dewleta Tirk a dagirker, li şûna pergala demokratîk dixwaze hêzên mîna DAÎŞ’ê hikum li herêmê bikin. Ne bi rashatinî ye ku ev êrîş roja civîna li Astanayê pêk hat. Ev êrîş encama hevkariya dewleta Tirk û Rûsyayê ya bi hev re ye. Piştî hilbijartinan zêdebûna êrîşan, polîtîkaya Erdogan e. Erdogan ji bo bigihîje hedef û xeyalên xwe yên Osmaniya nû, tiştê ji mil tê dike.
Ev êrîş, mixabin li ber çavên cîhanê tên kirin û NY, Yekitiya Ewropayê, Koalîsyona Navneteweyî, saziyên mafên mirovan dengê xwe jê re nakin. Xelkê herêmê ku li dijî teror, zilm û zexta DAÎŞ’ê bi salan parastina xwe kiriye, wê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk jî parastina xwe bike.
Vê sibehê, hevala me Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, tevî sê hevalên ku gava çûye ku biçe ser kar dewleta Tirk êrîş lê kiriye. Mixabin, ew, alîkara wê Leman Şiwêş û ajokar Firat Tûma bûne şehîd. Hevserok Gabî Şemûn bi xedarî birîndar bûye.
Em sersaxiyê ji malbatê û xizmên wan re û şifayê ji hevalê birîndar re dixwazin.
Dewleta Tirk a faşîst û dagirker herî pir êrîşê jinan dike. Ev di heman demê de nîşaneya tirsa wê ya ji fikir û felsefeya jinên azad e.
Hevrêyên me Liman û Yusrayê, bi salan di astên rêbertî û birêveberirinê de xizmet ji welêt û civakê re kiriye. Ji bo jin bigihîjin nasnameyên xwe yên azad û bikarin li ser pêyên xwe bisekinin, her tim hewil didan. Van hevalan di xebatên civakî, akademîk û perwerdehiyê de pir ked daye.
Bi vê êrîşa li van hevalan hat kirin û neyartiya dewleta Tirk derketine lûtkeyê. Berê jî sê hevalên me yên li gundê Helincê hatin qetilkirin, ji ber êrîşa dewleta Tirk a faşîst Zehra Berkel, Zeynep Saroxan, Hevrîn Xelef, Jiyan Tolhildan, Yadê Eqîde û bi sedan hevalên me yên jin bûne şehîd. Em ê heta bi hetayê di rêya van şehîdên xwe yên bi rûmet de biçin û bidin ser şopa şehîdên xwe. Em vê êrîşa hovane bi tundî şermezar dikin û dibêjin ku em ê heta bi hetayê bidin ser şopa şehîdên xwe. Me bang li hemû jinan û civakê ew e ku li şehîdan û li şoreşê bibin xwedî.”