Cenazeyê şervanê QSD’ê li Reqayê hat veşartin
Şervanê birîndar ê QSD’ê Fehid Ewad El Sayîl ku ji ber nexweşiyeke giran bû şehîd, bi merasîmekê li Reqayê hat veşartin.
Şervanê birîndar ê QSD’ê Fehid Ewad El Sayîl ku ji ber nexweşiyeke giran bû şehîd, bi merasîmekê li Reqayê hat veşartin.
Şervanê birîndar ê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Fehid El Sayîl di encama nexweşiyeke giran de şehîd bû. Fermandarên QSD’ê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, partî, Meclîsa Sivîl a Reqayê, Kombûna Jinan a Zenûbyayê û rêxistinên civaka sivîl tev li merasîma veşartina cenazeyê şehîd bûn.
Endama Meclîsa Leşkerî ya Reqayê Retîbe El Selfîc li ser navê QSD’ê wiha axivî: “Em sersaxî ji xwe û ji malbata şehîd Fehid re dixwazin ku ji bo rizgarkirina vê axa em li ser sekinîne canê xwe feda kir.”
Retîbeyê bi dewamdarî wiha got: “Bi saya xwîna şehîdan, herêm rizgar bû. Lê teroreke din tevî çeteyên xwe derketin ji bo ku herêmên me dagir bikin. Erdogan, dixwaze xeyala Osmaniya berê pêk bîne. Lê bi saya şehîdan em li ber xwe didin. Em ê li ser şopa wan bin. Em dev ji buhusteke axa xwe bernadin. Em amade ne li hember tevahî êrîşên li dijî herêmê bisekinin.”
Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Reqayê Ehmed El Hemûd jî wiha axivî: ‘’Em, ji hemûyan re dibêjin, dest nedin herêmên me. Hûn ê di vî şerî de bi bin bikevin, ji ber ku doza me adil e. Em soz didin şehîd Fehid û xelkê xwe ku piştevanên wan bin.”
Di dawiya axaftinan de, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Nadiye El Ehmed wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestê malbatê kir.
Bi pişt re gel cenaze veşart.