Dewleta Tirk bombe li Zirganê barand
Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran êrîş bir ser gundên Hesekê.
Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran êrîş bir ser gundên Hesekê.
Dewleta Tirk a dagirker ku piştî hilbijartinên 28'ê Gulanê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinûve zêde kir, vê carê jî êrîş bir ser Kantona Hesekê.
Li gorî nûçeya ANHA'yê, dagirkeran bombe li gundên li bakurê navçeya Zirganê ya Kantona Hesekê barandin.
Bombardûmanê bi dema herêmî saet di 11:50'î de destpê kir. Êrîş bi giranî li ser gundên Bobî û Um Heremlê hate kirin.