Şêniyên Qamişlo û Kobanê li ber tecrîdkirina Abdullah Ocalan rabûn

Li Qamişloyê ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke girseyî hat lidarxistin. Li Kobanê jî bi heman armancê daxuyaniyek hat dayîn.

Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qamişlo û Kobanê çalakî hat lidarxistin.

QAMIŞLO

Yekitiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşeke girseyî li dar xist. Di meşê de pêkhateyên Qamişlo, nûnerên TEV-DEM′ê, partiyên siyasî, Kongra Star, sazî, meclisên sivîl, olî û yên jinan beşdar bûn.

Meş ji Çerxerêya Rojhilat a li rojhilatê Qamişloyê destpê kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên meclis û yekitiyan hatin hildan.

Piştî meşê li Çerxerêya Sonî mîtîngek hat lidarxistin. Li wir endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîm Dada axivî, tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Rîm Dada soz da ku heta pêkanîna serkeftin û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ê têkoşînê bilind bikin û ev bang kir: “Bi projeya neteweya demokratîk ve girêdayî bin, li kêleka hêzên leşkerî û Rêveberiya Xweser bisekinin û destkeftiyên şoreşê biparêzin.”

Li ser navê Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Mahsûm Hesen têkildarî bandorên komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û wiha got: "Armanc ji komployê vîna gelê bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî biçewisînin û fikra wî ya azad ji gelê azadîxwaz bi dûr bixin."

Li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker Hesen wiha got: "Ew êrîş di çarçoveya pêkanîna komkujî, têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û tecrubeya demokratîk de tên meşandin."

Hesen wiha pêde çû: "Tiştê ji roja destpêka komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ve hiştiye desthilata Tirkiyeyê û hêzên komploger were hejandin, girêdana gel di aliyên fikrî û fîzîkî bi Rêbertî re ye. Li kêleka wê jî êdî Îmralî bû cihê zindîkirina fikra azad û dibistana avakirina hebûnê."

Hesen di dawiyê de bang kir ku bi rêya çalakiyan têkoşînê geş bikin û got: "Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bê da ku em bi rûmet bijîn."

KOBANÊ

Li Kobanê jî bi daxuyaniyekî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin.

Daxuyanî li Qada Jina Azad a Kobanê ji aliyê berdevka Tevgera Hîlala Zêrîn Necla Bozan ve hat xwendin û bi dehan jinên bajêr û endamên saziyan beşdar bûn.

Di daxuyaniyê de komploya li dijî Abdullah Ocalan a di Sibata 1999’an de hat bibîrxistin û hat gotin: “Di 15’ê Sibata 1999’an de bi destê hêzên navneteweyî û hevkarên wan bi komployeke navneteweyî Rêber Apo dîl hat girtin û radestî dewleta Tirk hat kirin. Armanca komployê, di kesayeta Rêber Apo de têkbirina nirxên têkoşîn û berxwedana sedsalê bû.”

Hat destnîşankirin ku hêzên komploger bi komployê xwest hêviya azadiyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava jin, ciwan û gelan de daye avakirin, tune bikin.

Di dewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ev 25 sal e tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û ev tişt hate gotin: “Rêber Apo hewl da pirsgirêka Kurd bi diyalogê û siyaseteke demokratîk çareser bike, lê dewleta Tirk ev hewldan ji xwe re wekî tawîz dîtin. Niha jî tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike.”

Hat diyarkirin ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tu şêwazan nikare rê lê were girtin û êdî wek zanyar û fîlozofekî li tevahî cîhanê tê naskirin û di dawiyê de wiha hat gotin: “Rêber Apo di projeya civaka demokratîk de roleke sereke da jinan, em jî soz didin ku em ê belavkirina fikr û felsefeya wî bidomînin.”