Cenazeyên 2 welatiyên di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûn, li Dêrikê hatin veşartin

Cenazeyên Zozan Omer û Mihemed Gabar ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, li Dêrikê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Bi sedan şêniyên her sê navçeyan li goristana Şehîd Xebat Dêrik kom bûn ji bo ku cenazeyên şehîdan; Zozan Omer û Mihemed Gabar veşêrin ku di 14’ê Hezîranê de di encama êrîşa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li gundê Şorik ê rojhilatê Qamişlo şehîd bûbûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Hecî Elî axivî û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Elî got: “Şehadet ji bo me pîroz e. Em soz didin ku her tim şopdarên rêya şehîdan bin. Em bang li tevahî aliyan dikin ku li hember planên dewleta Tirk bibin yek. Hebûna we li vir, îsbat dike hûn çiqas bi fedakariyên şehîdan û axa welêt ve girêdayî ne.”

Bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yusif axivî û got: “Hedefgirtina sivîlan ji aliyê dewleta Tirk ve, tenê ji bo yek armancî ye; têkbirina vîna gelê me ye. Lê em dibêjin dê bi hêztir bin û dê têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.”

Piştre nasnameyên şehadeta her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatê hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên her du şehîdan spartin axê.