TEV-DEM: Êrîş ji bo pêşîgirtina li darizandina DAÎŞ'iyan tên kirin

TEV-DEM'ê bombekirina nexweşxaneya Til Rifetê weke 'komkujiyeke' nû pênase kir û diyar kir ku dewleta Tirk 'Ji bo darizandina terorîstên DAÎŞ'ê asteng bike, êrîş zêde kirine."

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Nexweşxaneya Til Rifetê daxuyaniyek da. TEV-DEM'ê daxuyand ku dewleta Tirk bi zêdekirina êrişên xwe armanc dike ku nehêle darizandina çeteyên DAIŞ'ê bi ser bikeve.

Di daxuyaniya TEV-DEM′ê de hate gotin, bi ragihandina beyannameya çareserkirina aloziya Sûriyeyê ya ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û avakirina dadgehekê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ'ê yên li girîtgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  re, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên asîmanî li ser tevahî erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijwar kirin.

TEV-DEM'ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li herêmê gelek erebe û navendên li seranserî sînor hedef. TEV-DEM'ê têkildarî bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê ya li hemberî van êrişan jî wiha got:'' Diyar e ku Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê naxwazin destwerdanê bikin an jî tu helwesteke exlaqî nîşan bidin. Bi wê re eşkere dibe ku her du aliyan li hev kirine ku Tirkiye ya ku Kurd, Ereb û tevahî pêkhateyan herêmê qetil dike, aciz nekin. Sedema bê bêdengiyê ew her du alî berjewendiyên xwe yên siyasî esas digirin  û guh nadin berjewendiyên gelan."

TEV-DEM′ê bal kişand ser rewşa li herêma Şehbayê û ev tişt diyar kir: "Di vê demê de rewşeke bêistiqrar li Şehbayê heye. Sedema vê rewşê şerê ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê ragihandine û êrişên ketober û balafirên şer ên Tirkiyeyê ne ku qada di bin serweriya hêzên Rûsyayê yên li herêmê bi cih bûne û hêzên hikumeta Şamê bin pê dike. Lê Rûsya û Şamê li hemberî êrişên faşîzmane yên dewleta Tirk helwesteke zelal nîşan nadin."

TEV-DEM′ê  destnîşan kir ku lihevkirinên dewletên koma Astanayê lîstikeke binkeftî û nehevseng e û wiha domand: "Dewletên koma Astanayê herêma Şehbayê kirine qada nakokî û şeran. Di encamê êrişên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker gelek welatî dibin qurban. Armanca ji van êrişan şikandina îradeya gelê me û koçberên Efrînê ye."

TEV-DEM'ê  îşaret bi êrişa li ser Nexweşxaneya Til Rifetê kir û got: "Bombebarana hovane ya dewleta Tirk a li dijî Nexweşxaneya Til Rifetê sûc û komkujiyeke nû ye. Armanc jê ew e ku jiyana bi hezaran nexweşan tune bike, destekê ji ser wan qut bike û wan neçarî koçberiyê bike. Ev nexweşxaneya yekane ye ku ruxmî êrişên rojane yên dewleta Tirk û çeteyên wê û ruxmî ambargoya ku hikumeta Şamê ferz kiriye, xizmeta nexweşan dike û rewşên lezgîn bi roj û bi şev pêşwazî dike. ''

TEV-DEM′ê di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji ber bombebaranê ziyan bi nexweşxaneyê bûn û karê nexweşxaneyê rawestiya. Her wiha got; yek gefan li jiyana bi hezaran malbatên Kurd û Ereban ên li herêmê ne dixwe.

TEV-DEM′ê got: "Berxwedana gelê li Şehba û Efrîna dagirkirî roj bi roj zêde dibe, vîn û îsrara ji bo berxwedanê û nîşandana helwestên nîştimanî yên  girêdayî nirx û pransîban jî zêde dibe. Ji ber vê yekê  jî delweta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berfireh dike da ku li ewlehî û îstîqrarê herêmê têk bibe û nehêle darizandina terorîstên DAIŞ'ê bi ser bikeve."

TEV-DEM′ê daxuyand ku Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên wê yên têkildarî mafên mirovan û Xaça Sor a navneteweyî berpirsên van êrişan e û diyar kir ku bêdengiya wan a li hemberî sûcên dewleta Tirk rê li ber karesateke rasteqîn vedike.

TEV-DEM'ê di dawiyê de got: "Em bang li gelê xwe yê Kurd û tevahê gelê herêmê dikin ku piştgiriyê bidin berxwedana niştecih û koçberên Efrînê yên li Şehbayê ya li dijî siyasetên qirkirin û dagirkirinê yên dewleta Tirk. Eşkere ye ku dewleta Tirk a dagirker tolê jî îradeya tevahî gelan hiltîne, ji ber vê yekê divê em li her cihî asta berxwedan û têkoşînê xurt bikin. Ji bo gelên azad, hevgirtin fikr û çanda herî mezin a serketî ye."