Temellî: Desthilatdarî siyaset û aştî jî qedand

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di mîtînga li navçeya Seyhan a Edeneyê de axivî û got; “Desthilatdariyê siyaset û aştî qedand. Dema dawî lê anîna wan e.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li taxa Daglioglu  ya Seyhana Edeneyê mîtîngek li dar xist.

Temellî di ketina Edeneyê de ji aliyê parlamenterên HDP'ê û girseyek mezin ve hat pêşwazîkirin. Karwana ku Temellî jî di nav de li nava taxan geriyan û hatin navçeya Seyhanê. Bi hezaran welatiyên Edeneyê bi coşek mezin Temellî li navçeya Seyhanê pêşwazî kir.

Girseya ku Temellî pêşwazî kir bê navber dirûşmeyên "Zulkuf heval nemir e" "Ayten heval nemir e", "Zehra heval nemir e", "Medya heval nemir e", "Şehîd namirin", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Jin jî bi cilên xwe yên neteweyî tev li pêşwazîkirinê bûn û reng tev li rengên alên HDP'ê yên mezin kirin. Gelek welatî ji balkon û deriyên malên hezkirina xwe parve kirin. Nûnerên partiyên Kurdan û Seroka Giştî yê SYKP Canan Yuce tevlî mîtîngê bû. Dema Sezaî Temellî gel silav kir û dest bi axaftinê kir, girsê axaftina Temellî, bê navber bi dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" qut kirin.

‘EM Ê BI MIRIN Û JIYANÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊBIKOŞIN’

Temellî, berê rexneyên xwe da îktîdarê û wiha got: "Îktîdar hebûna xwe li ser şer û mirinê ava dike. Ji ber vê yekê divê teqez kesên aştiyê diparêzin bên cem hev. Wekî Seyhan û Çûkûrova hemû dildarên aştiyê divê bibin yek. Li Tirkiye zilm û neheqî heye. Sedema zilm û neheqiyê jî hebûna tecrîdê ye. Heta ku tecrîd bidome neheqî, bê hiqûqî, bêedaletî û zilm wê bidome. Îro mirov bi bedena xwe li dijî vê bê hiqûqiyê têdikoşin. Leyla Guven 138 roj in li dijî vê zilm û tecrîdê li ber xwe dide. Îro zêdeyî 300 girtî rewşa wan di asta krîtîk de ye. Li gelek welatên cîhanê greva birçîbûnê berdewam dike. Hemû aştî, demokrasî û azadiyê dixwazin. Hemû dixwazin tecrîd bi dawî bibe. 139 roj in em bang li hikûmet û desthilatdariyê dikin. Em dixwazin ev bê hiqûqî bi dawî bibe û tecrîd rabe. Em dixwazin daxwazên girtiyan pêk binin. Ji ber guh nadin van daxwazan îro cenazeyê 4'emîn ji girtîgehê derket.  Me got daxwazên wan pêk bînin û tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bikin. Îro ji ber daxwazên wan pêk nehat Medya jî wekî Zulkuf, Ayten û Zehrayê dawî li jiyana xwe anî. Em ê ne bi mirinê em ê bi jiyanê li dijî tecrîdê têbikoşin. Em ê bi jiyanê bibin denge aştî û demokrasiyê."

‘SIYASETA HEYÎ AŞTÎ Û DEMOKRASÎ QEDAND, ŞER PÊŞ XIST’

Temellî, anî ziman ku pirsgirêka bekaya Tirkiyeyê tune, pirsgirêka îktîdara AKP'ê heye û ji ber vê yekê meseleyên xwe wekî meseleyên welat nîşan dide û yên esasî bincil dike. Temellî, destnişan kir ku krîza aborî, xizanî, betalî û nelirêtyê heye û wiha bi dawî kir: "Bi qasî krîza aborî heye, krîza civakî jî heye. Civake dikin du enî û tînin hemberî hev. Civakê perçe dikin û bi hev didin şer kirin. Dijminantiya Kurdan didome. Siyaset ji bo pirsgirêka civakê çareser bike heye. Lê siyaseta heyî aştî demokrasî xelas kirin û li şûna wê şer pêş xistin. "

Temellî, herî dawî bang li hemû hilbijêran kir û xwest hem biçin ser sindoqan û hem jî li sindoqan xwedî derkevin û bibin muşahîd.

Temelli, piştî hevdîtina gel derbasî avahiya HDP'ê ya Edeneyê bû. Piştî ziyareta avahiya HDP'e derbasî Mêrsînê bû.