Parlamenterê Elman Dolzer kete greva birçîbûnê

Parlamenterê Eyaleta Hamburgê yê ji Partiya Çep Martin Dolzer, ji bo piştgiriyê bide grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir.

Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parlamenterekî Elman jî kete greva birçîbûnê.

Parlamenterê Eyaleta Hamburgê yê Partiya Çep Martin Dolzer daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir, ji bo piştgiriyê bide daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê, ji şeva 24'ê Adarê ve ketiye greva birçîbûnê.

Dolzer bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got, "Dewleta Tirk bi vê pêkanîna xwe re hiqûqa navneteweyî binpê dike. Divê tecrîdkirina Ocalan tavilê bê bidawîkirin."

'OCALAN JI BO AŞTIYÊ DIKARE ROLEKE GIRÎNG BILÎZE'

Parlamenterê Elman bi bîr xist ku greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ketiye roja 139'an û ya li girtîgehan jî sê meh li pey xwe hiştiye û diyar kir, rewşa tenduristiyê ya çalakgeran nebaş dibe.

Parlamenterê Elman got, "Çalakiya greva birçîbûnê ne ji bo mirinê ji bo jiyanê, ji bo demokrasî û aştiyê ye. Greva birçîbûnê qîrîneke li dijî vê neheqiyê ye ku demeke dirêj e didome. Divê ev qîrîn ji raya giştî ya dinyayê re bê ragihandin. Her wiha ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û aştiya li Rojhilata Navîn Ocalan mîna Nelson Mandela dikare roleke bi heman rengî bilîze."

Parlamenter Dolzer diyar kir, di serî de hikumeta Elman a federal û dewletên rojavayî naxwazin qîrîna greva birçîbûnê bibihîzin û got, "Eger daxwazên Leyla Guven, girtiyên din û aktîvîstan bi cih werin anîn wê sax bimînin. Ji ber vê yekê divê hikumeta Elman û mûxatabên li Yekîtiya Ewropayê bi roleke erênî bilîzin û zextê li hikumeta Erdogan bikin."

JI DÊRÊ Û RÊXISTINÊN CIVAKÎ YÊN SIVÎL RE QALA ÇALAKIYA XWE DIKE

Parlamenter Dolzer bi gotina "Berxwedan jiyan e" dawî li daxuyaniya xwe anî û diyar kir, greva birçîbûnê wê heta roja Çarşemê bidomîne.

Dolzer li ser çalakiya xwe agahî da ANF'ê û got, wê îro û sibe bi nûnerên dêrê û saziyên civakî yên sivîl re hevdîtinan bike û ji wan re qala çalakiya greva birçîbûnê û tecrîdkirina Ocalan bike.

Parlamenter Dolzer ku di heman demê de civaknas e, wê roja Çarşemê saet 11'an li koma Partiya Çep a li Meclîsa Eyaletê ya Hamburgê civîneke çapemeniyê li dar bixe û dawî li çalakiya xwe bîne.