DAÎŞ'ê êrîşî qadeke petrolê ya li nêzî Kerkûkê kir
Çeteyên DAÎŞ'ê şeva Yekşemê êrîşî qada petrolê ya li herêma Elasê kirin ku nêzî Kerkûkê ye.
Çeteyên DAÎŞ'ê şeva Yekşemê êrîşî qada petrolê ya li herêma Elasê kirin ku nêzî Kerkûkê ye.
Midûriyeta Polîsan a Petrola Bakur ragihand, çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî qada petrolê ya Elasê kirin.
Di daxuyaniya midûriyeta polîsan de hate gotin, "Polîsên me êrîşa DAÎŞ'ê ya li qada petrolê ya Elasê têk birin."
Midûriyeta Polîsên Petrolê diyar kir, ku bersiv ji êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê re hatiye dayin û ragihand, "Di encamê de gelek endamên rêxistinê hatin kuştin. Hinek jî birîndar bûn. Yên mayî jî birîndarên xwe bi xwe re birin."