Hevseroka HDP’ê ya Edene Gulseran Tûral, Hevserokê HDP’ê yê Seyhanê Hazim Yalçin, namzetê endamê Meclîsa Şaredariya Seyhanê HuseyÎn Beyaz, endamê berê yê şaredariya Syhanê Enver Okmen, rêveberên bajêr Zekî Eren, Alî Aslan, Yaşar DemÎr û endamên HDP’ê Ahmet Alak, Mûstafa Yildiz û 4 kesên ku navê wan nehate zanîn bi îdîaya “dadgeh avakirine” di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve 20’ê Adarê hatibûn destgîrkirin. Karên 12 HDP’yiyên ku hatibûn destgîr kirin li Şaxê Siyasî yê Midûryeta Emniyetê ya Edeneyê didoin. Dozgeriyê bi daxwaza emniyetê demê destgîrkirina HDP’yiyan 4 rojan dirêj kir.